Malbatên zarokên îşkence lê kirin gazî îfadê kirin 2023-03-22 22:14:16   AMED- Li Licê  polîsan tundî li zarok Y. D kiribûn. Piştî bûyer hat bihistin li ser bertekan  Serdozgeriya Komarê ya Licê  malbata zarok û parêzer gazî îfadê kir.   Li Licê ya Amedê duh êvarê polîsan zarokê bi navê Y.D (14)ku dema bi hevalê xwe re vedigerî malê  revand û îşkence lê kir. Ji Y.D re gotin Sirûda Îstîklalê bixwîne û derb kirin.   dest û devê zarok girêdan û avêtin ber çem. Gundiyan di tariya şevê de zarok ferq kirin û rakirin nexweşxanê. Rîska ku zarok çavê xwe winda bike heye.     Li ser bertekên hatin nişandan dozgeriyê gazî malbat û parêzerê malbatê kir ku bên îfadê bidin.