Doza cerdevanan taloqî 5’ê Nîsanê hat kirin 2023-03-22 18:59:17   ŞIRNEX – 4’emîn danişîna doza cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz ê ku destdirêjî li S.A. ya 17 salî kiribûn li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Parezerê S.A, Hidir Tong di runiştinê de axivî û destnîşan kir ku di bûyerê de sûc li ser sûc hatiye kirin.   Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz,cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz  bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi damariya xwe re dijiya kiribûn. Çaremîn runiştina dozê îro li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin   Di runiştinê de Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û Berîvan Aydemîr ku li girtîgeha Şirnexê a Tîpa T girtî ne amade bûn. Danîşîn bi parastinên bersûcan a li hemberê mutaalayê destpê kir. Gumanbaran, parastinên xwe yên danişînên berê dubare kirin. Sûcên derheqê xwe de qebûl nekirin û tahlîyekirina daxwaz kirin.  Her wiha cerdevanan destnîşan kirin ku bi mexdûriyetek re rû bi rû nin. Berîvan Aydemîr jî, sûcên li ser xwe qebûl nekir û S.A yê sûcdar kir.     Parezerê bersûcan jî diyar kir ku îfadeyên mexdûrê  ji rastiyê dûre û wiha got: “Em esas girtina îfadeyên mexdûrê qebûl nakin. S., ji ber rik û hêrsa li dijî dêmariya xwe van îfadeyan dide. Du muvekilê min in jî cerdevan in û girêdayî karê xwen e. Ne pêkane ku di bûyerek wisa de cih bigirin. S., li dijî muvekîlên min derewan dike.”   Parezerê mexdûr S.A., Hidir Tong jî axivî û got: “Parastinên bersûc û parêzerên wî  ji rastiyê durin û ji dixwazin ji sûc xilas bibin. Her çend muvekîlê mexdûr di giliyê xwe de dereng mabe û bûyer wekî îfadeya xwe ya ewil negotibe jî, muvekîlê hincetên maqûl hene. Ango ev erdnîgariya ku em lê dijîn herêmek e ku her kes hev nas dike, haya her kesî ji bûyerên li herêmê diqewimin e, gotegot zû belav dibe, namûs û şerefa kesên ku dikevin ser zimanê xelkê herêm, bi vî rengî, têne ling kirin. Weke ku her kesê li ber çavan dizane dema ku ev sûc hatin kirin muvekîlê 17 salî bû û niha 18 salî ye. Ji bo jinên ku naçin dibistanê û li vê erdnîgariyê ne xwedî kar in, ev temen temenê zewacê ye. Ji bo kesê ku di temenê zewacê de gelek caran rastî destdirêjiyê hatiye, ji bo ku derkeve holê û çîroka ku di rêza yekem de qewimî, bi taybetî li vê herêmê vebêje, profesyonelî hewce dike. Muvekîl di demeke dirêj de bi mehan û heta bi salan rastî tundiya psîkolojîk, laşî û zayendî ya dayika bersûc hat. Ji muwekîlê ku ji vê hawîrdorê derdikeve, ku di temenê zewacê de ye, nikare were hêvî kirin ku here û dozê ji rayedarên peywendîdar re bêje mîna ku bi sûcekî normal re rû bi rû maye.”   ‘Gumanbar bi naqok diaxivin’   Hidir, ani ziman ku di parêznameyên gumanbaran de naqokî hene û wiha dirêjî dayê: “Her wiha di navbera qeydên HTŞ'ê yên di dosyayê de cih digirin û parêznameyên bersûcan de naqokî derket, bersûc Berîvan Aydemîr ji bo delîlan veşêre telefona xwe şikandiye. Ji bilî vê, hemû şahidên ku di çarçoveya dosyayê de hatine guhdarkirin, îfadeyên ezber dane. Nakokî di navbera van gotinan de di pirsa herî biçûk a mijarên darizandinê de. Ji bilî vê, naqokiyên îfadeya Yakup Yildiz a li înfazê û îfadeya li dadgehê ya ku di çarçoveya dosyayê de wek şahid hat guhdarkirin, hatin pirsîn û şahid jî diyar kir ku îfadeya înfazê rast e. Her wiha beriya ku şahid were guhdarîkirin me ji dadgeha we re ragihand ku ji bo îfadeya xwe biguherîne zext li şahidê hatiye kirin û me li ser vê mijarê gilî kir û nusxeyek ji îfadeyê radestî dosyaya we kir. Di bûyerê de xeleka binpêkirinê heye.”   Heyeta dadgehê runiştin taloqî 5’ê Nîsanê kir.