RAJIN’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî 2023-03-22 13:45:03     NAVENDA NÛÇEYAN - RAJIN’ê bi daxuyaniyekê rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî û diyar kir “Bi hêvî û baweriya Nûjiyanê, têkoşîna jinan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê bi ser bikeve.”   Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) di salvegera 6’an a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan de daxuyaniyeke nivîskî da.   Di destpêka daxuyaniyê de Nûjiyan Erhan hate bîranîn û hate gotin: “Di şexsê wê de şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em carek din soz û girêdana xwe ya bi şehîdên azadiyê re tînin ziman. Ji bo rastî di tariyê de nemînin, wê têkoşîna me di şopa heqîqetê de bi helwesta Nûjiyanan dewam bike.”   Berdewama daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye:   “Di ragihandina azad a jinê de, hevrê Nûjiyan Erhan bû xwedî kedek mezin. Li ser xeta Gurbeteliyan, Deniz Firat û Şîlanan têkoşîna xwe ya heqîqetê meşand. Bi du nasnameyan têkoşîna azadiyê meşand. Hem weke şoreşgereke jin a pêşeng hem weke rojnemevaneke jin ji bo azadiya jinê têkoşiya. Li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê, armanca xwe ya jiyanê mezin kir. Hevrê Nûjiyan, meşa şoreşgerî li ser bingeha pîvanên têkoşîna azadiya jinê bi pêş xist. Di meşa azadiyê de, ti carî ji bo xwe, astengî nekirin sedema ne bi serxistinê. Ev taybetmendiyên hevrê Nûjiyan her tim ew, di jiyanê de zindî dikir. Ji bo li qadên nû yên têkoşînê rêxistiniya ragihandina jinê bê avakirin di serî de li çiya û li Şengalê kedeke bêhempa da. Ked û fedekariya şopdara heqîqetê hevrê Nûjiyan, îro li ser pêşxistina xeta ragihandina azad a jinê bandoreke mezin kir.   Li hemberî vê pergala kapîtalîst û desthilatdariya mêr êrîşên pir dijwar li jinan dikin. Çawa ku Gurbeteliyan û Nûjiyanan di demên herî zor de, bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkeriyê, di roja îro de jî ev erk û berpirsyarî ji me tê xwestin em pêk bînin. Hevrê Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û were bi serxistin dev ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em wekî ragihandina azad a jinê îro li ser xeta wan têkoşînê dimeşînin.   Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê dema êrîşî Şengalê kirin û li dijî jinê bi taybet û giştî civaka me ya Êzîdî ferman pêk anîn, hevrêya me Nûjiyan destpêkê berê xwe da Şengalê. Sê salan li Şengalê di eniya berxwedanê de cih girt. Şahidî ji hemû kêliyên bi êş ên gelê me yê Êzîdî re kir. Bi vê seknê cihekî xwe yê girîng di nav civaka Êzîdî û jinan de çêkir. Em dizanin şehadeta wê bandoreke mezin li ser civaka Êzîdî û bi taybetî jinan da çêkirin. Ew ê jinên Êzîdî her tim xwedî li Bİbîranîna Nûjiyanan derbikevin û têkoşîna wê ji bo xwe bikin mînaka serfiraziyê.   Hevrê Nûjiyan di êrîşa PDK’ê ya 3’ê Adara 2017’an li ser Xanesora Şengalê de giran birîndar bû, di 22’yê Adarê de şehîd bû. Şoreşgera hêja Nûjiyan ji ber ku, li hemberî xiyaneta PDK’ê sekinî û di raya giştî ya Kurd de tehşîra wê kir, ji aliyê PDK’ê ve bi zanebûn hat hedef kirin. Wê ti carî ev xiyaneta PDK’ê neyê jibîrkirin. Em ê wekî ragihandina azad a jinê her tim, wekî Nûjiyanan li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê rawestin. Di sala 2022’an de jî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk li dijî Şengalê û gerîla sûcên mezin pêk anî. Bi taybetî PDK’ê dijminahiya herî mezin li dijî jinên Kurd ên li ber xwe dide dike. Lê em ê bi rêya ragihandina azad a jin, bi sekna Nûjiyanan li hemberî vê bê rûmetiyê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin.   Li ser vê bingehê em ê, têkoşîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad a ji bo jiyaneke azad û wekhev bikin hîmê serketina karê xwe. Têkoşîna wan ji bo me wê bibe hêz, bawerî û ronahiya vegotina rastiyan. Çapemeniya azad wê ti carî li hemberî êrîş, zextan, girtin û hewlên bêdengkirinê, di têkoşînê gav paşde neavêjê li ber xwe bide. Em ji sekna Nûjiyanan û têkoşîna wê fêrî vê helwestê bûn, em ê vê helwestê biparêzin. Bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ bi ser bikeve em ê, di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.   Em ê bi vê bîr û baweriyê xwedî li bibîranîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad derkevin. Em careke din hevrê Nûjiyan bi bîr tînin û soza me da ye şehîdan dubare dikin.”