Doza îstîsmara zayendî ya li dijî zarokê hat taloqkirin 2023-03-22 13:12:00     ŞIRNEX - Danişîna duyemîn a personelê zanîngehê ku zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû li 3’yemîn Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Doz jî bo 22’yê gulanê re hate taloqkirin.   Dî meha Adarê ya 2022’yan de personelê Zanîngeha Şirnexê zarokek bi destdirêjahiyê re rûbirû hişt. Derheqê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin û derheqê bersûc Orhan Aldanmaz de ji aliyê Serdozgeriya Şirnexê ve doz hate vekirin. Danişîna duyemîn a bersûc Orhan Aldanmaz ku ji sûcê li dijî zarokê îstîsmar dihat darizandin li Cezayê Giran a 3’yemîn a Şirnexê hate dîtin.   Navenda Polîtîkayên Malbatî û Civakî, Baroya Şirnexê û Komeleya Berî Her Tiştê Jin û Zarok tevlî danişînê bûn. Her wiha bercûs Orhan Aldanmaz jî li eywanê amade bû.   Piştî tespîtkirina nasnameya danişînê bi guhdarkirina şahîdan dest pê kir. Şahida bi navê F., diyar kir ku wan di heman polê de xwendine û anî ziman ku ku ji ser bûyerê dem derbas bûye û bûyer baş nayê bîra wî.   Komeleya Berî Her Tiştê Jin û Zarok û Baroya Şirnexê ji bo dosyayê daxwaza beşdarbûnê kirin lê belê daxwaza wan ji hêla şandeya dadgehê hate redkirin.   Navenda Polîtîkayên Malbatî û Civakî jî diyar kir ku divê derheqê bûyerê de babetên kêm werin temamkirin.   Ji bo amadekirina mutaalayê Şandeya Dadgehê doz taloqê 22’ê Gulanê kir.        Piştî danişînê daxuyanî hat dayîn   Piştî danişînê Komeleya Berî Her Tiştê Jin û Zarok daxuyanî da. Li ser navê Komeleyê parezêr Nurbanû Satilmiş axivî û destnîşan kir ku li ser dosyayên îstîsmarê tên girtin û got: “Armanca me ew e ku em bûyerên bi vî rengî bi rêya hiqûqê ronî bikin. Me ji bo dosyayê daxwaza beşdarbûnê kir lê mixabin daxwaza me hate redkirin.”   Li ser navê Baroya Şirnexê jî parezêr Aycan Îrmez axîvî û destnîşan kir ku mafên zarokan tê binpêkirin. Aycan, anî ziman ku ew ê şopdarê dozê bin û di van dosyayan de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin.