Li Şengalê bi meşek meşaleyî Newroz hat pîrozkirin 2023-03-22 09:55:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi meşek meşaleyî Newroz hat pîrozkirin. Di meşê de ciwanan bal kişandin ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a fîzîkî.    Duh li seranserê Kurdistanê Cejna Newrozê bi girseyî û coşek mezin hate pîrozkirin. Duh êvarî li Şengalê jî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxan û Yekîtiya Ciwanên Êzidî meşek melayetî hate lidarxistin.   Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûn li ser rêya gundê Kolika ya çiyayê Şengalê li hev kom bûn û dest bi meşa meşaleyî kirin.   Di meşê de alên PKK’ê, YBŞ-YJŞ’ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan bê navber dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Newroz pîroz be’ qêriyan. Meşa ciwanan heya goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan dewam kir.   Li wir ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin, li ser navê ciwana Sara Botan axivî û got; “Bi ruhê Kawayê hemdem em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin. Em weke ciwanên Êzidî ji dijminê dagirker re dibêjin, hûn çi bikin jî hûn ê nekaribin îradeya civaka Êzidî bişkênin û rê li ber pêşketina me bigirin. Me gelek bedelên giran di oxira parasina vê dozê de daye û îro em bi saya serê wan bedelan li ser axa xwe ne.”   Piştî axaftinan ciwanan li derdora agir govend gerandin û çalakî bi dawî bû.