Nûjiyan ji bo xebatkarên çapemeniya azad dibe rêber 2023-03-22 09:06:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera şoreşger Nûjiyan Erhan ku ji aliye çeteyên ‘Pêşmergeyên roj’ yên PDK’î ve hat qetilkirin di serî de ji bo rojnamegerên jin yên Kurd û hemû xebatkarên çapemeniya azad dibe rêber.   Di 2013-2014’an de DAIŞ’ê  êrîşî Şengalê kir û fermanek mezin pêk anî. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û bi hezaran neçar man axa xwe terk bikin. Ev ferman di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê pêk hat.   Bû dengê Êzidiyan   Berxwedêreke ku dengê Êzidiyan denge jinên Êzidî bi cîhanê dida bihistin hebû. Ew rojnamegerek şoreşger bû. Navê wê jiyana nû temsil dikir. Nûjiyan… Nujiyan Erhan (Tugba Akyilmaz). Li dijî fermana Êzidiyan bi kamera, pênûs û wênekêşa xwe têkoşîn da.   Nûjiyan heta roja ku ji aliye ‘pêşmergeyên Roj’ yên PDK’î ve hat qetiklirin, li Şengalê bû dengê Êzidiyan.   Nûjiyanê ku li bajaroka Xanesor nûce dişopand di 3’ê Adara 2017’an de hedef hat girtin. Nûjiyan rakirin nexweşxaneya Hesekê û  di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.   Li Rihayê hat dinê   Nûjiyan di 1987’an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat dinê. 8 xwişk û bira bûn.  Bavê wê memur û ji ber memuriyete ji navçeyê li navenda Rihayê bi cih dibin. Nûjiyan xwendekarek serkeftî bû. Piştî Lîseyê hedefa wê mîmarî bû. fakulteya mîmariyê qezenc dike. Lê li aliyê din jî li dijî şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng namîne. Di salên zanîngehê de ber bi biryarbûnê ve diçe. Di 2008’an de berê xwe dide çiyan. Nûjiyan wek mertala zindî diçe çiyan û ji Qendîlê venagere. Di jiyana Nûjiyanê de pêvajoyek nû dest pê dike. Êdî ew rojnamegerek bû. Li Qendîl, Başurê Kurdistan û herî dawî jî Şengalê rojnamegerî kir. Li her derê bandor li ser her kesî kir.   Berê xwe da Şengalê   Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Êzidiyan berê xwe da Şengalê. Nûjiyan bû şahdia êrîşên DAIŞ’ê û têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî DAIŞ’ê . Du salan li Şengalê ma. Êrîşa DAIŞ’ê bi hemû cîhanê da bihistin. Hewara jinên Êzidî bi cîhanê da bihistin. Ji jinên Şengalê komek ava kir û rojnamegerî fêrî wan kir. Nûjiyanê di nivîsek xwe ya  di pêvajoya Şengalê de  nivîsî bû wiha digot: “Civakên xwe li ser manewiyatê heyî dikin ji bo wan wateya mirin û jiyanê cuda ye.  Jiyan ne tenê hebûn e mirin ne tenê tunebûne. Jiyan û mirin, tarîbûn û ronî bûn, reş û sipî. Rêbazên van pergalên analitik dane berme me nayên fêmirin. Ji ber vê jî di civakê wisa de kalibên li cihana derve hatine danîn cuda ne. Gerdun bi wijdanê tê pîvan nêrîn jî bi çavê dil hatiye avkairin. Ji ber vê jî bi civakên wisa re wateya her tiştî ji dervê lîteratura pergalê ye. Niha ez bi heyraniyek mezin têkşîna xwegîhandina heqîqeta civakek wisa didim. Dilê min dixwaze di fêmkirina vê heqîqetê de bibe dilopek. Ji ber vê divê em ji kaliban dur bikevin û bi çavê dil bimeşin.”   Bû rêber   Nûjiyan ku hewl da heqîqeta civaka Êzidî bi cîhanê bide bihistin, nûneriya kevneşopiya çapemeniya azad nişanda, îro jî  di serî de rojnamegerên jin yên Kurd ji hemû xebkatkarên çapemeniya azad re dibe rêbber.