Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2023-03-22 08:43:40     ÎZMÎR - Li Îzmîrê serê sibehê bi ser malan de hatin girtin û gelek kes hatin binçavkirin.     Li Îzmîrê danê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Îdil Ugurlu, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî di nav de herî kêm 5 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat hînbûn.    Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Endama MYK'ê ya HDP'ê Îdil Ugurlu, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demir, Berfin Çiçek, Bariş Kirmiztaş, Hayat Îzgi û Newroz Çelik.