Li Nisêbînê piştî Newrozê meş 2023-03-21 22:05:42     MÊRDÎN - Piştî pîrozkirina Newroza Nisêbînê, ciwan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.    Li Nisêbînê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî pîrozbahiyê ciwanan li kolana Şîrînê meşek lidarxistin. Di dema meşê de tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrişê ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan dan.    Piştî demekê ciwan belav bûn û bûyerên di nava wan û polîsan de jî bi dawî bûn.