Li Amedê piştî Newrozê ji 350’yî zêdetir kes hatin binçavkirin 2023-03-21 19:43:52     AMED - Li Amedê piştî Newrozê şûnde 50 jê zarok ji 350’yî zêdetir kes hatin binçavkirin.   Fînala Newrozê ya ku li 42 navendan hat pîrozkirin li Amedê bi dirûşma ‘Her der Newroz her dem azadî’ pêk hat. Piştî pîrozvahiyên Newrozê gelek kes hatin binçavkirin.   Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin 50 zarok û 300 welatî hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku nav kesên hatine binçavkirin de parêzer Mehmet Oner jî heye.   Hat hînbûn ku zarok birine Şaxa Zarokan a Amedê û welatiyên din jî birine qerekola polîsan a li ser riya Farqînê.   Parêzeran diyar kirin ku dest bi kar û barê îfadeyan hatine kirin.