Peyama Newroza Qamişlo: Em ê têkoşîna Rêber Apo bidomînin 2023-03-21 15:52:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Di peyamên Newroza Qamişloyê de îşaret bi mezinkirina têkoşîna ji bo pêkanîna armancên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetirî 50 salan e ji bo wan li ber xwe dide, hat kirin.   Bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê berê xwe da 5 navendên pîrozbahiyên Newrozê. Qadên Newrozê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” hatin xemilandin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan lê hatin daliqandin.   Li navçeya Amûdê bi sedan kes bi cilên neteweyî, berê xwe da cihê pîrozbahiyê yê li gundê Çaxir Bazar. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, YPJ/YPG û QSD'ê bilind kirin.   Piştî rêzgirtinê, qeydên deng ên Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de hatin guhdarîkirin. Piştre dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist.   Di dewama pîrozbahiyê de, cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) Leyla Qehreman Newroza 2023'yan li Rêber Apo pîroz kir, 9 şehîdên YAT'ê yên beriya çend rojan li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.   Leylayê behsa têkoşîna nîvsedsalê ya Abdullah Ocalan kir û got: “Bi rihê têkoşîna Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dawî li darkeriyê bînin.”   Leyla bal kişand ser têkoşîna jinan jî û ev tişt anîn ziman: “Şoreşa me şoreşa jinan e. Bi pêşengiya jinan jiyaneke nû tê afirandin. Newroza 2023'yan dê bibe zayînekr nû ya neteweya demokratîk.”   Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî di axaftina xwe de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li hember operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, silav kir.   Kenan di nava axaftina xwe de behsa komkujiya duh a çeteyan li Cindirêsê ya dagirkirî pêk aniye, şermezar kir.   Tirbespiyê    Newroza Tirbespiyê jî li herêma Dirêcîk bi beşdariya berfireh a pêkhateyên herêmê didome. Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan û birîndarên şer ve hat pêxistin, ji bo giyanên cangoriyên azadiyê deqeyekê rêz hat girtin.   Di pîrozbahiyê de, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axivî û got: “Tu hêz nikarin meşaleya azadiya gelan a ji Kawayê Hesinkar dest pê kiriye, vemirînin.”   Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî got: "Gelê me li ser şopa Kawayê Hinkar û Mazlûm Dogan bi hezaran şehîd dan. Berdêl çi dibe bila bibe bi rihê vê berxwedanê û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê agirê Newrozê pêketî be."   Dêrik   Li Dêrikê bi beşdarbûna bi hezaran kesî Newroz tê pîrozkirin. Agirê Newrozê ji aliyê dayika şehîd Haşim Keleş Hediye Ebdullah, dayika nûçegihanê me şehîd Îsam Ebdullah Fatma Xelîl û dayika şehîd Gulîstan Koçerê Sitî Amir ve hat pêxistin.   Piştre cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî û got: "Newroz sembola berxwedanê ye. Em Newroza 2023'yan li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên azadiyê pîroz dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin."   Hesen got: "Bi vê yekê helwesta xwe li hemberî êriş û tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşan didin. Em ê berxwedanê dewam bikin heta ku armancên xwe yên azadî û demokasiyê mîsoger bikin."   Hesen bal kişand ser planên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê û ev tişt anî ziman: "Civîn û lihevkirinên di navbera rejîmên Îran, Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de ji bo şikandina îradeya me ye. Ev hemû me ji xeta têkoşînê dûr naxin. Bila her kes bizane ku ev siyaset îradeya gelan naşikîne. Bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dikarin azad bibin."   Piştre hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî jî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û dijminê gelan dixwazin destkeftî, çand û zimanê gelan tune bikin. Lê bi saya fedakariyên ku hatine dayîn û bi berdewama xeta berxwedanê hewldanên wan têk çûn."   Hemrîn Elî her wiha got: "Bi îradeya jina azad û Rêveberiya Xweser a ku bi saya fedakariyan hatiye avakirin, em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin."