Ji Newroza Amedê: Bijî berxwedana zindanan 2023-03-21 15:02:11     AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag, di Newroza Amedê de axivî û got: "Berxwedana li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê dest pê kir, bi ruhê Mazlûm Dogan berdewam dike."     Li Amedê ku malovaniyê ji pîrozbahiya fînalê ya Newroza 2023’yan a bi heybet re dike, ji qada Newrozê ya ku bi sed hezaran dagirtî ye daxwazên azadiyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind dibin. Li qada ku ji saetên sibehê ve bi ciwan û jinên diherikin qadê tejî bû dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e gel li vir e” deng vedide.     Ciwanên ku têlên 5 mîtroyan bilind a Miduriyeta Polîsan a Amedê di navbera qadê û dikê de lê kirin derbas kirin bi dirûşme û îşaretên serkeftinê, li dijî tecrîda li Îmraliyê, terkirina mirinê ya girtiyên nexweş hêrsa xwe qîr kirin.    Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag, li ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê sekinî. Safiye wiha got: “Nûnerê cuntaya faşîst a îro AKP û MHP ye. Rêbazên îşkenceyê yên Esat Oktay bi destê Wezareta Dadê tê meşandin.”   Safiye anî ziman ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin, tên sirgunkirin, înfaza girtiyan tên şewitandin û wiha berdewam kir: “Roj nîne ku girtî neyên sirgunkirin. Her roj bi tîpên nû girtîgehên nû tên vekirin. Girtî di hucreyên yek kesî de ne. Ev pêkanîn di tu hiqûqan de nînin.”    Safiye, bi bîr xist ku di erdhejan de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: “Di erdhejan de jî li girtîgehan zext berdewam kirin. Bi sedan girtiyên nexweş hatin noxteya mirinê. Bersiva çalakiya Nobeta Edalê ya dayikan nehate dayîn. Qêrîna dayikan ji bo berdana girtiyên nexweş bû. Azadbûna girtiyên siyasî bû.”    Safiye, bi lêv kir ku serhildana li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê dest pê kir, didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî bi ruhê Mazlum Dogan li ber xwe didin. Berxwedana zindanan mezin dibe, bijî berxwedana zindanan.”   Piştî axaftinan peyamên Newrozê yên “Ji bo azadiya girtiyên jin ên nexweş 1000 jin”, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê yên ji Herêma Kurdistana Federe, hatin xwendin.