Dilê her kesî li Amedê ye 2023-03-21 13:20:14   AMED - Hêrs û serhildana di pîrozbahiya Newrozê de her ku diçe zêdetir dibe. Herikîna ber bi Qada Newrozê ve hêj berdewam e. Dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” li Amedê olan dide.   Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Fînala Newroza îsal li Amedê tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newroza ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin. Dika mezin a qada pîrozbahiyê bi rengê reş hatiye xemilandin û pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin.    Bajarê Amedê wek her sal carek din îsal jî ji bo Newroza 2023’yan mazûvaniya Newrozek dîrokî dike. Amed bûye lehî û herikîye qada Newrozê û bi sed hezaran kes nerazîbûn nîşanî polîtîkayên îktidarê dikin û qadê kirine roja serî hildanê.    'Agirê Newrozê gur kirin'   Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk xîtabî bi sed hezaran kes ku li qadê kom bûne kir. Ahmet wiha axivî: “Newroza Amedê pîroz be. Newroz berxwedan e. Belê gelê me yê hêja wek ku hûn dizanin bi deh hezaran di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin. Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Carek din Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo kurdan girîng e.    Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike    Îro roja vejîna gelê kurd e. Rojek girîng e. Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike. Em îro di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em di serdemek ku wê faşîzm têk here de ne. Em dibêjin bimire faşîzm. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em ê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê kurd berxwedan bê kirin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê, di heman demê de li başûr û rojavay3e Kurdistanê jî li ser gelê kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Îro roj roja dij derketina şerê tunekirinê ye.    Em li dijî faşîzmê têdikoşin    Ez bang li gelê kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin. Heke îro li dijî dijminatiya li ser kurd bêdeng bimînin, ev bêehlaqiyek mezin e. Ji bo avakirina pergalek nû heyamek nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîne bê berfirehkirin. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin. Îro bi hezaran kurd di zindanan de ne. Ev dijminatiya gelê kurd e. Heke em li dijî vê yekitiya xwe ava nekin, heke em hesabê vê yekê nepirsin, xwelî li serê me be. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.”    Dilê her kesî li vê derê ye   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar Newroza gel bi zaravayê kirmanckî pîroz kir û wiha got: “Merhaba gelê Newrozê yê hêja. Newroza me bila wesîleya jiyaneke azad, pêşerojeke azad û serdemeke hilweşandina rejîma yekzilam. Newroz, Amed e. Berxwedana gelê Amedê Newroz e. Îro bi hezaran rêhevalên me yên li sirgunê û li çar aliyên cîhanê gel Newroza Amedê dişopînin. Dilê her kesî li vê derê ye. Ji her çar aliyên cîhanê dilê her kesî li Amedê lê dide.   Jin, jiyan, azadî   Newroza hemû jinê li dijî tundiya mêrê serdest têdikoşin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xwe re kirine rêber, pîroz be. Newroza her kesên li dijî talankirina xwezayê têdikoşin û xwezayê diparêzin pîroz be. Newroza hemû berxwedêrên îro ji ber têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê di zindanan de ne, pîroz be. Di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelên li dijî pişaftinê û înkarê têdikoşin û ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin, pîroz be. Newroza hemû kesên tevî zextan jî li dijî rejîma yekzilamî têdikoşin, pîroz be.   Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne   Gelê me pir zû de fatûreya îktîdarê biriye. Dê biçin û em ê wan bişînin. Erdheja bi serê me hatî ne tenê karesateke xwezayî bû. Ji ber ku îktîdarê tevdîr negirtin, ji ber ku çavên xwe li rantê girtin û ji ber ku bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe kirin, erdhej veguherî karesatê. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Tevî hemû zext û astengkirina jî gel piştevaniyeke civakî birêxistin kir. Vê jî nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e. Ev serdema nû jî rêbera me ye. Dê 14’ê gulanê bibe dawiya siyaseta îktîdara AKP’ê û Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne. Weke Partiya Çep a Kesk em soza vê didin.   Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer   Di esasê xwe de Newroz vîna çareseriyê ye. Di Newroza 2013’yan de tam li vê qadê, li Amedê deklarasyona birêz Ocalan hate xwendin. Wê demê li vê qadê got ku dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigire û bersiv dabû îktîdar û dewletê. Ew deklarasyon hêj îro jî derbasdar e. Newroza Amedê ya ku em îro dibînin, hem li dijî şerê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda girankirî nîşan dide ku ji bo çareseriyê ber bi dawiyê vê tên. Ev qad berpirsyartiyê li xwe digire. Bila sala 2023’yan bibe sala Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer.”