Kelecan û coşa Newroza Cizîrê dest pê kir 2023-03-21 11:52:54     ŞIRNEX - Welatiyên li Cizîra Botanê qada Newrozê tije dikin. Bi hezaran welatî bi dirûşmên berz dikin û cilên xwe yên neteweyî Newrozê pêşwazî dikin.    Yek ji navendên ku pîrozbahiya Newrozê ya fînalê lê tê kirin jî Cizîra Botan e. Pîrozbahî li Qada Newrozê ya li taxa Banê Xanê tê kirin. Ji navenda Şirnexê, ji navçeyên Silopiya, Hezex, Qileban, Elkê û Basayê welatî di saetên serê sibehê de hatin qada Newrozê. Bi hatina gelê Cizîra Botan re qada Newrozê her ku diçe tije dibe. Ji du milan ve welatî tên qadê.    Ji zarokan bigire heta kal û pîran her kesî cilên netewî li xwe kiriye û li dora agirê Newroza “Her der Newroz, her dem azadî” li ber stran û her wiha li ber def û zirnê govendê digerînin û dirûşmeyan berz dikin. Li qadê dîmenên xweşik jî xwe didin nîşandan.    Beşdariya ciwanan balê dikişîne ser xwe. Newrozê bi stranên Koma Kolektîfa Awazên Azad dest pê kir. Hê jî gelê Cizîra Botan bi ruhê berxwedanê diherike qadê.    Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî û Nûran Îmîr di bernameyê de biaxivin û hunermend Xecê û Mehmet Atli jî derkevin ser dikê û bistrên.