Li Germiyan û Xaneqînê pîrozbahiya Newrozê 2023-03-21 11:37:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Kurdistanê li herêmên Germiyan û Xaneqînê cejna Newrozê bi çalakiyan hate pîrozkirin.   Li herêmên Germiyan û Xaneqînê cejna Newrozê bi çalakiyan hate pîrozkirin.   Li herêmên cuda yên îdareya Germiyanê bi tevlîbûna gelek kes û hunermendan bi şêwazên cuda cejna Newrozê hate pîrozkirin.   Li navçeya Kelarê ya li navenda îdareya Germiyanê li ser Qelaya Şêrwane bi tevlîbûna gelek kesan agirê Newrozê hate vêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin.   Li aliyê din yekemcar bi awayekî fermî cejna Newrozê li bajarokê Kifrî yê Germiyanê hate pîrozkirin. Di şahiyê de hunermend Adil Hewramî, Çopî Fetah û Karwan Xebatî bi stranên xwe coş dan şahiyê û girseya gel li ber sitran û mûzîkê govend gerand.   Li bajarokê Xurmato yê ser bi navçeya Xaneqînê jî bi tevlîbûna gelek kesî û parlamenterên Iraqê agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.