Li Nisêbînê gel bi dirûşma 'Bijî Kurdistan' dimeşe qadê 2023-03-21 10:53:42     MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji bo pîrozbahiya Nwrozê welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî û bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Newrozê" û "Bijî Kurdistan" diherike qadê.   Îsal Newroz bi dirûşma “Her dem Newroz, her der azadî” hat pîrozkirin û hîna jî tê pîrozkirin. Yek ji wan navendan jî Nisêbîna Mêrdînê ye. Amadekariyên ji bo Newroza Nisêbînê duh êvarê qediyan. Qada Newrozê bi filamayên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Kesk a Çepê(YSP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hate xemilandin. Her wiha li ser dikê pankarta “Newroz pîroz be” û “Her der Newroz, her dem azadî” hate daliqandin”   Ji serê sibehê ve welatî ji du nokteyên lêgerînê hatin derbaskirin û bi cil û bergên xwe yên kurdî û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Newrozê”, “Jin Jiyan Azadî”, “HDP’ê gel e, gel li vir e” û “Bijî Kurdîstan” diherike qada Newrozê ya Nisêbînê.   Di pîrozbahiya ku wê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê bê destpêkirin de parlementerên HDP’ê Pero Dundar û Mehmet Ruştu Tiryakî dê biaxivîn. Her wiha hunermend Mervan Tan û Koma Dengê Jinên Azad bi deng û awazên xwe wê bistirê.