Bi hezaran kes ber bi Newroza Qendîlê ve diherikin 2023-03-21 10:38:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, ji seranserê Kurdistanê bi hezaran kes bi rojane berê xwe didin Qendîlê, ji danê siharê ve kom bi kom gel diherike qada Newrozê. Ciwanan duh bi şev dest bi pîrozbahiya Newrozê kirine û li ser giran agirê Newrozê pêxistin.   Li seranserê Kurdistanê bi milyonan kes Cejna Newrozê pîroz dikin, di serî de li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Gelê Kurd bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin.   Bi rojane ji seranserê Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê, gel berê xwe didin Qendîlê. Ji danê siharê ve jî kom bi kom bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûne.   Tê payîn di saet 11:00’an de pîrozbahiya Newroza Qendîlê destpê bike. Tevî peyamên girîng ên sazî û rêxistinên Kurdan, wê gelek hunermend jî tevlî pîrozbahiyê bibin.   Duh bi şev bi hezaran kes ji her aliyê Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî Newrozê bibin bi cil û bergên xwe yên herêmî berê xwe dane Qendîlê. Ciwanan duh bi şev dest bi pîrozbahiya Newrozê kirine û li ser giran agirê Newrozê pêxistin.