'Wê agirê Newrozê bi rihê berxwedanê gur bibe' 2023-03-21 08:42:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Newrozê li hemû gelê Kurd, civaka Êzidî û azadîxwazan pîroz kir.  Rêveberiya Xweser a Şengalê got:"Wê agirê Newrozê bi rihê berxwedanê gur bibe."   Rêveberiya Xweser a Şengalê bi munasebeta Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Çi dibe bila bibe wê berxwedana gelê me ya ji bo Şengala Xweser û azad biçe serî û em ê her sal agirê Newrozê li ser xaka pîroz bi ruhê berxwedana gerîla ya li çiyayên azad gur bikin û vê çanda bi hezaran salan biparêzin.”   Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Newrozê li hemû gelê Kurd, civaka Êzidî û azadîxwazan pîroz kir.   Daxuyanî wiha ye:   “Em Cejna Newrozê li tevahiya gelê Arî, gelên aştîxwaz û civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdar in ku wê ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û pêkvejiyana gelan li seranserî cîhan û Şengalê.   Wek tê zanîn gelê me yê Şengalê salane bi coşek mezin bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Şengalê Newrozê pîroz dikir û peyama Şengala ewle didan her kesî.   Lê mixabin îsal ji ber bedelên ku gelê me di van mehên dawî de dane, her wiha ji bo rêzgirtina qurbaniyên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, me wek Rêveberiya Xweser biryar daye em tu şahiyan li dar nexin, lê ev yek nayê wê wateyê ku gelê me wê Newrozê pîroz neke. Di êvara Newrozê de li gelek cihan gelê me agir pêxistin û ev roj pîroz kirin.   Îro em dibînin ku gelek planên dijmin li ser Şengalê tên meşandin û dixwazin gelê Şengalê ji heqîqeta wan dûr bixin. Pêwîst e gelê me li rojên xwe yên pîroz xwedî derkeve û rê nede ku planên dijmin li ser me pêk werin.   Çi dibe bila bibe wê berxwedana gelê me ya ji bo Şengala Xweser û azad biçe serî û em ê her sal agirê Newrozê li ser xaka pîroz bi rihê berxwedana gerîla a li çiyayên azad gur bikin û vê çanda bi hezaran salan biparêzin.”