Li gelek bajarên Ewropayê agirê Newrozê hat gurkirin 2023-03-21 08:17:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê gel daket qadan û agirê Newrozê bi berzkirina dirûşman hat geşkirin. Gelek kesî li dijî faşîzm û dîktatoriyê biryardariya ji bo berxwedan û serketinê nîşan dan.   Coş û kelecana Newrozê hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat dewam dike. Li Ewropayê jî bi berzkirina dirûşmên berxwedan û serhildanê agirê Newrozê tê geşkirin. Li Dortmund, Aachen, Den Haag, Saarbrucken, Darmstadt, Graz, Bremen, Duısburg, Basel, Bellinzona, Zurich, Viyana bi hezaran kes daketin qadan û gotin "Her der Newroz her dem Azadî"