Li kolanên Helebê agirê Newrozê hat dadan 2023-03-21 07:57:58     HELEB - Bi boneya hatina cejna Newrozê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê find li ser gora pakrewanan û agir li qadan hatin dadan.   Di dîroka Kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Kawayê Hesinkar li dijî zordest Dehaq serî hildide û vê serhildanê bi pêxistina agir ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Cejna Newrozê. Her wiha beriya Newrozê gelê kurd li ser çiya, gir û li qadan agir dadidin her wiha find li ser gora pakrewana tê vêxistin.   Do li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê find li ser gora pakrewanan a ku dikeve milê xerbî hat vêxistin her wiha li gelek kolanan û li Taxa Şêxmeqsûdê agir hat dadan.