Li Rojavayê Kurdistanê agirê Newrozê hat geşkirin 2023-03-20 22:29:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amûdê, Dêrazorê û Minbicê agirê Newrozê hat geşkirin.   Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin .Şêniyên Amûdê bi cil û bergên netewî, gir û kolanên Amûdê bi agirê Newrozê xemilandin.   Şêniyên Amûdê bi cil û bergên netewî, gir û kolanên Amûdê bi agirê Newrozê  geş kirin û bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” Cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz kirin.   Her wiha sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û “Bijî Newroz”  berz kirin.   Di seatên êvarê de girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî berê xwe dan girê Şermola û agirê  Newrozê  pê xistin. Li ser girê Şermola bi meşaleyan navê Newrozê û Rêber Apo  nivisîn.    Şêniyên li dora agir û li ber stranên Newrozê govend gerandin.   Dêrazor   Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku Newroz cejn nîşaneya tevgirtina pêkhateyan û xwişk û biratiya gelan e.   Di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz li qada bajarokê Hecînê pîroz kir.   Qada Newrozê bi alên QSD, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi îradeya şervanên jin me DAIŞ têk bir û bi îradeya wê wan em ê dagirkeriyê têk bibin" hatibû xemilandin.   Meşaleya Newrozê ji aliyê dayika têkoşer Emîra Şemlan, Nadiya Mihemed, cîgirê hevserokatiya meclisa herêma rojhilat a Dêrazorê Selah Selman û rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Muna El Iweyîd ve hat pêxistin.   Paşê endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El Rehîm axivî, Cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. El Rehîm anî ziman ku Newroz cejna berxwedan, azadî û hevgirtina pêkhateyan e. Her wiha banga serhildana li hemberî hemû kesên ku hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin, kir.   Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Mistefa Şihêl axivî û got: "Em vê cejnê li tevahî gelên xwe pîroz dikin. Ev cejn nîşaneya tevgirtina pêkhateyan û xwik û  biratiya gelan e. Em soz didin ku em ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk rizgar bikin."   Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rena Xetat jî Newroz pîroz kir û got: "Newroz wê bibe destpêkeke nû ya berxwedanê û hêviya şikandina qeydan."   Piştî axaftinan, Koma Keçan a Hecînê, Koma Hemamat Eselam û Koma Eşbal Musteqbel şano pêşandan.   Di dawiya de beşdaran nirxandinên  Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de guhdar kirin.   Minbic   Şêniyên Minbicê û gundewarê wê şahiya Newrozê bi dawî kir. Şêniyan teqezî bi yekitî û hevgirtina pêkhateyên bajêr kir û gotin dê Newroza 2023`yan dê bikin newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Şêniyên Minbicê şahiya Newrozê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Newrozê em dê Rêber Ocalan rizgar bikin û dagirkeriyê tune bikin” li dar xist.   Piştî dadana agirê Newrozê hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo axivî û bi xêrhatina şêniyên bajêr, têkoşer û berxwedêrên di zindanan de û  Abdullah Ocalan kir.   Nezîfe wiha domand: “Newroza Îsa, ji salên par cudatir e. Ji ber ku pêkhateyên bajêr ên kurd, ereb, çerkez û tirkmen bi serbestî, demokrasî û pirrengî vê rojê pîroz dikin. Di nava biratiyê û aştiyê de li hember siyasetên înkarkirin û dûrxistinê, vê rojê pîroz dikin.”   Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed axivî û got: “Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Cejna Newrozê, ne tenê roja lidarxistina şahiyan e lê belê encama berxwedaneke mezin di dîrokê de ye û ev berxwedan veguherî şahî û ji bo gelan bû ronahî.”   Mihemed wiha domand: “Me agirê Newrozê bi êzingê dada, lê sala 1988`an şehîdan çirûska Newrozê bi bedena xwe pêxist. Madem ên ku canê xwe ji bo vî gelî feda dikin hene, em dê serkeftinê pêk bînin. Ev roja serkeftinê ye.”   Piştî bidawîbûna axaftinan koma şanoyê ya Minbicê, şanoyeke kurt der barê erdhejê de, koma Kevana Zêrîn a Reqayê û hunermend Rûken Reşîd berhemên xwe pêşandan.   Di dawiya şahiyê de şêniyan li ber stranên hunermend Sedûn El Ehmed, Ehmed El Cebûrî û Hesen Mesto xelekên govendê gerandin.