Ji girtiyan peyama Newrozê 2023-03-20 15:29:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK’yî û PAJK’î, bi minasebeta Newrozê peyamek dan û gotin: "Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî Newroza Amedê bibin û dengê xwe bi ruhê berxwedanê yê Newrozê bikin yek."   Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.   Di peyamê de ev tişt hat gotin:   “Em di salvegera 51’emîn a têkoşîna azadiyê de ne, ya ku Rêber Apo di sala 1973’an de li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê da destpêkirin. Em Newroza 51’emîn a cejna vejîn û berxwedanê  li Rêber Apo û li Mahsûm Korkmaz (Egîd) ê ku di meha Adarê de nemir bû, pîroz dikin. Hefteya qehremanan û ronîkirina têkoşîna Newrozê di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan Demîrel, Besê Anûş, Sema Yuce, Mehmet Akar û tevahî gelên Kurdistanê de li şehîdên qehreman ên Kurdistanê pîroz dikin. Gelê Kurd di serî de li hemû gelên berxwedêr pîroz dikin. Di şexsê şehîdên Kurdistanê yên ku abîdeya qehremaniyê ne, em hemû şehîdên şoreşa dinyayê bi rêz û minnet bi bîr tînin, bi heqîqeta ku têkoşîna 51 salî em soz didin ku em ê bîranîna wan bi Kurdistana azad tacîdar bikin.   Em bi êş û xema karesata erdheja 6’ê Sibatê dikevin Newrozê. Em girtiyên PKK û PAJK'ê em careke din rehma Xwedê ji gelê me yê jiyana xwe ji dest dane, ji xizmên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.   Di azadiyê de israr di rastiyê de israr   Newroz ji Kawayê Hesinkar heta îro li dijî her cure îstîsmar, zordarî û koletiyê bûye sembola serhildan û berxwedanê. Di vî warî de Newroz ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo gelên herêmê û cîhanê cejn e, lê çavkaniya sereke ya berxwedan û têkoşînê ye. Newroza ku her sal di pêşengiya jinan de bi tevlîbûnek mezin tê pîrozkirin, israra rastiyê, têkoşîna azadiyê nîşan dide û ev israr di rastiya Gelê Kurd de zêde dibe û geş dibe.    Hêviyê dide Gelê Kurd    Cejna Newrozê ya îsal bi beşdariyeke berfireh li Kurdistan û Tirkiyeyê tê pîrozkirin tê wateya mizgîniya  ku wê çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê biçin.  Dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' ku ji Wanê heta Stenbolê, ji Êlihê heta Enqereyê ji qadên bilind radibin, nîşan didin ku bingeha têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê, bingeha Newroza hemdem a Kawayê Hesinkar û yê ku ronahiya hêviyê dide Gelê Kurd Rêber Apo ye. Em bawer in qîrîna serketinê ya ku wê di Newroza Amedê de bilind bibe, wê bigihêje lûtkeya xwe û faşîzmê bihejîne.    Li qadên Newrozê rengê jinê   Em di serî de gelê me yê ku dibêjin divê çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê bisekinin re, bang li hemû kesan dikin ku tevlî Newroza Amedê bibin û dengê xwe bi ruhê berxwedanê yê Newrozê bikin yek. Jinên ku herikîn qadan dilsoziya xwe ya bi mîmarê hemdem ê Newrozê Onder Apo re bi qêrîna xwe ya 'Jin Jiyan Azadî' anîn ziman û li hemû qadên Newrozê rengê azadiya jinê nîşan dan.   Têkoşîna Newrozê ya 51 salan   Jinan diyar kirine rêya azadiya jinan ji rêya rizgarkirin û azadiya gelan a ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin derbas dibe. Jinan bal kişandine ser vî tiştî ku di pirsgirêkên azadiyê yên civakan de jin dikarin roleke sereke bi cih bînin. Di rastiya civaka Kurdan de jî ev pirsgirêk bi kûrahî hatiye nirxandin, bi geşkirina analîzan, bi rastiya heqîqeta cewherî û têkoşîna jinan re, jin di warê çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakan de dikarin rola xwe pêk bînin û di pêvajoyên şoreşgerî de gavên dîrokî biavêjin.  Bi ked û hewldana Rêber Apo ne bi tenê ji bo jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo hemû jinên li dinyayê yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, bandoreke Newrozê çêkiriye û bûye alaya hişyarbûn û serhildanê. Têkoşîna Rêbertî ya 51 salan, têkoşîna azadiya jinan a 51 salan, dibe têkoşîna Newrozê ya 51 salan.   Sembola hebûn û nasnameya azad e    Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo bi rastiya ku di Newroza 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê anî ziman, bi derbaskirina sînorên rastiya Kurd û Kurdistanê veguherî heqîqeteke gerdûnî. Heqîqeta gerdûnî ya PKK'ê, têkoşîna azadiya jinê ya gerdûnî, berxwedana gerdûnî ya Newrozê bûye malê hemû mirovahiyê û gav bi gav ji hêzên mêtinger û emperyalîst hesab dipirse. Newroz ku bi coşeke cejnê tê pîrozkirin, di vê wateyê de meşaleya berxwedan û azadiyê ya li dijî her cure zext, serî tewandin, teslimiyet û neheqî ye. Newroz ji bo Gelê Kurd bi taybetî gelên herêmê û cîhanê yên ji bo azadiya xwe li ber xwe didin, sembola hebûn û nasnameya azad e. Di serdemeke ku rastiya Newrozê bi tevahî ketibû nava tarîtiyê de, Rêber Apo 51 sal berê pêngavên têkoşîna azadiya Kurdistanê avêt.   Têkoşîna me li dijî zilm, bêedaletî û paşverûtiyê ye    Rêber Apo di peyama xwe ya Newroza 2013’an de; '... Ev têkoşîna ku bi serhildana min a takekesî ya li hemberî bêçaretî, nezanî û koletiya ku em tê de ji dayik bûne dest pê kir, li dijî her cure ferzkirinê, li ser bingehê afirandina hişmendî, feraset û ruhekî pêk hat. Îro ez dibînim ku ev helwest, gihîştiye astekê. Têkoşîna me ne li dijî tu nijad, ol, mezheb û koman e. Têkoşîna me li dijî zilm, cehalet, bêedaletî, paşverûtî û her cure zilmê bûye û ji niha û pê ve jî wê wisa be’ bi gotina ‘serhildana min a takekesî’ cewhera têkoşînê diyar kir. Têkoşîna serhildana takekesî ya Rêberê me vediguhere têkoşîneke serhildanê ya gerdûnî û têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê ronî dike. Gelek lehengên ku di têkoşîna vê ronahiyê de şehîd bûn û bûn nûnerên rastîn ên Newrozê.    Newroz pîroz be...   Bi rastiya Newrozê re heta kêliyên xwe yên dawî li ber xwe dan û xwe weke hişmendî û ruh afirandin. Di vê pêvajoyê de ku em Newroz û Hefteya Lehengiyê di heman demê de pîroz dikin, em ê bi qêrîna azadiyê ya ji qadan bilind dibe, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin û roja azadiyê diyarî hemû mirovahiyê yên berxwedêr bikin. Bi boneya Hefteya Lehengiyê û Newrozê em careke din di şexsê şehîdên têkoşîna azadiyê ya leheng de şehîdên şoreşa cîhanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bîranînên wan wê her tim mîna Newrozê rêya me ronî bike."