Newroza Erdexanê: Em ê bi ser kevin 2023-03-20 15:00:27     ERDEXAN - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum a ku li qada Newrozê ji girseya gel re axivî got, "Em bi ser kevin û ji sûcdaran hesap bipirsin. Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin."    HDP, DBP, TJA û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmA “Her der Newroz, her dem azadî” li ser Kolana Kongreyê ya Erdexanê pîrozbahiya Newrozê li dar xistin. Gelek welatî tevli pîrozbahiyê bûn.    Di pîrozbahiyê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û bername hat destpêkirin û bi beşdariya gelek ciwanan agirê Newrozê hat pêxistin.    Endama Maseya Îslamê ya HDP’ê Dîba Keskin bi bîranîna qurbaniyên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî daxuyaniyên “qeder” ên îktidarê da.Dîba anî ziman ku kesên ji ber xemsariya erdhejê û lehiyê jiyana xwe ji dest didin ne bi “qederê” ye ku jiyana xwe ji dest didin û kavil û lehî ne qedera gel e.    ‘Êrîşî kurdan dikin’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku agirê Newrozê ku bi darikên niftikê dest pê kir îro li her deverê gur bûye û wiha got: “Newroz ji bo kurdan watedar e. Tevî ku kurd aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin jî lê îktidara riziyayî li dijî kurdan şer daye destpêkirin. 8 sal in bênavber êrişî kurdan û dostên wan dikin.”   'Pirsgirêka kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye'    Murat anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got: “Dema ku muzakere bi Rêberê Gelê Kurd re dihatin kirin, ekonomi gelek baş bû. Kengê mase hat qelabtin, carek din welat xistin nava krîzan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Îro her kes tê tecrîdkirin. Herêmên erdhejê jî xistine bin tecrîdê.”    ‘Wê gel hesabê Kemal Kûrkût bixwaze’    Murat  bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê de û wiha got: “Bila ji HDP’ê bitirsin. HDP ne partiyek deh salî ye. Partiya gel e û bi ruhek şoreşger heta van rojan hatiye. Wê ev gel di 14’ê Gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”   'Em ê bi ser kevin'    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum jî got: “Teqez em ê bi ser kevin. Em ji hemû sûcdaran hesab bixwazin. Bila nebêjin ku em ê di qesran de bi rehetî rûnin. Wê gotinên dawî berxwedêr bêjin.”    Pîrozbahî bi stran û dirûşman bi dawî bû.