Qada Newrozê ya Amedê ji bo pîrozbahiyê amade ye 2023-03-20 14:48:56     AMED - Qada Newrozê ya Amedê ji bo pîrozbahiya dîrokî ya sibê amade ye.   Li Amedê pîrozbahiya Newrozê ku sibê dê bê kirin, amadekariyên wê ber bi dawî ve diçin. Li Qada ku her sal bi hezaran kes lê dicivin, ji bo sibê amadekariyên dawî tên kirin. Qada Newrozê bi alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Çep a Kesk û  bi flamayên reng û reng hatiye xemilandin. Li aliyekî din jî li ser dîkê amadekariyên sîstemên deng jî dest pê kirin.     Di heman deme de dîka pîrozbahiyê bi pankartên Newrozê û dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye xemilandin. Her wiha ji ber ku Newroza îsal diyarî bi deh hezaran welatiyên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan tê kirin, dîk bi pankartên reş hatiye xemilandin. Her wiha li ser dikê pankarta “Bila serê gelê me sax be” jî hatiye daliqandin.     Newroz, dê sibê saet di 10.00'an de dest pê bike û saet di 18.00'an de bi dawî bibe.   Deriyên ketinê yên qadê:   * Bûlvara Qamişlo (Marketa Bîçen- Çerxerêya Zumrut Kentê)   * Ceda Newrozê (Aliyê Yenî Halê-Ketine Parka Mîlletê)   * Bûlvara Qamişlo (Mûayene Areban-Aliyê Petrola Opetê)   * Pişt Cihê Pazara Girtî – Kolanan 1156’emîn (Kêlaka Dibistana Navîn a Îmam  Hatîp a Bagcilarê)   * Cedeya Evrîm Alataş (Lîseya A.Î.H. a Karacad – Aliyê Salona Dawetê ya Çiraganê)