Jinan di Newrozê de serhildana xwe mezin kir 2023-03-20 09:53:27   Melîke Aydin    DENÎZLÎ – Jinên li Denizliyê herikîn qadên Newrozê, azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin û gotin wê li dijî hedefgirtina destkeftiyên jinan a ji aliyê îktidarê ve raperîna xwe mezin bikin.    Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Manîsa, Mugla Aydin, Denîzlî, Balikesîrê Newroz bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî", "Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve" hat pîrozkirin.    Li Denîzliyê li Bazara Esentepe Newroz hat pîrozkirin. Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan, hêzên Ked û Demokrasiyê û bi sedan kes tevli bûn. Welatiyan bê navber ‘hikûmet îstîfa’ berz kirin.    Hediye Kaya, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tevlîbûna xwe ya Newrozê: "Em ji bo mafê xwe ya ziman tevlî Newrozê bûn. Ez serkeftinê ji bo Gelê Kurd dixwazim."   Gule Tok jî destnîşan kir ku ji bo partiya xwe, azadiya xwe û nasnameya xwe tevlî Newrozê bûyê û got: "Ez her sal tevlî pîrozbahiyan dibim. Ez her tevlî bibim jî. Ez hêvî dikim ku aştiyeke bi rûmet pêk bê û girtiyên li zindanan azad bibin."    Zeynep Akarin jî ji bo Gelê Kurd serkeftin xwest û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê serokê me ji girtîgehê derkeve. Selahattîn Demîrtaş divê ji girtîgehê derkeve. Em ji bo hemû jinan jiyaneke azad dixwazin. Jin jiyan azadî."    Hevberdevka Partiya Çep a Keskan a Dênizliyê Emîne Yalçin, wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Divê em baş bin, Ji ber vê jî divê gelê me carek din rabe ser piyan. Çend dilê me şikestibe jî em hatin li cem hev. Em ji bo xwişk û biratiyê, ji bo pêkanîna aştiyê em neçarin ku têbikoşin. Ji bo welateke wekhev û azad divê em bên cem hev. Şer feyde nake, dawiya şer hilweşendin û xizanî û windakirin heye."    Ji Piştevaniya Xemrî Dîlan Îpek, desnîşan kir ku roja 21'ê Adarê nîşaneya berxwedanê ye û wiha bi lêv kir: "Em wek jinên ku her roj li ber xwe didin li vir in. Em dev ji daxwaz û mafê xwe bernadin. Niha pêvajoya hilbijartinê destpê dike em dibînin ku ji niha ve dijminatiya jinan tê kirin. Îktîdara faşîst bi her avayî dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan dide. Lê em jin dê li hemberî dijminatiya jinan a îktîdarê serhildana xwe mezin bikin."