Ayşe Surucu: Gel di erdhejê de jî di lehiyê de jî tenê hat hiştin 2023-03-20 09:08:06     Gulistan Dursun    RIHA - Di karaseta lehiya rabû de 18 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku sedem desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku wê gel vê bêxwedîbûna di karasetan de ji bîr neke û wê beje ‘dema te tije bûye’.”   Di erdhejên 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 11 bajaran kir 49 hezar û 589 kesî jiyan xwe ji dest da. Ji ber tedbîrên nehatin girtin kareseta duyem hat jiyîn. Tevî bi rojan hişyarî hat kirin di 15’ê Adarê de li Riha û Semsûrê lehî rabû û 18 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo sê cenazeyên winda jî xebat didomin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu der barê mijarê de axivî.   Gel bi rihê piştevaniyê xwedî li hev derket   Ayşeyê da zanîn ku ji roja 15’ê Adarê ku karaseta lehiyê pêk hat şûnde li qadê li cem gel cih girtiye û got guman heye ku hejmara miriyan hîn zêde ye û wiha dirêjî dayê: “Di karaseta lehiyê de rayedar li qadê tunebûn. Çawa gel di 6’ê Sibatê de tenê ma, çawa gel birînên xwe bixwe kewandin di lehiyê de jî wisa bû. Gel bi kepçeyên kirê kirin kavil rakirin û malbatên xwe xilas kirin. Me ne berpirs ne şaredar dîtin. Gel bi rihê piştevaniyê xwedî li hev derket.”   ‘Berpirsê mirinan ew in’   Ayşeyê bal kişand ser polîtîkayên rantê yên ku AKP 20 sal in dimeşîne û wiha pê de çû: “Cihê  navenda dan û standinê ya lê hatiye çêkirin qet ne baş e. Li wir karkerek di lehiyê de jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên rizgariyê li wir xebat nemaşendin. Mirov li wir terkî mirinê hatin kirin. Keviyên çeman ji îmarê re tên vekirin. Xanî lê tên çêkirin. Her der pêşkêşî mutahîtan tên kirin. Ev hemû di dema AKP’ê de hatin jiyîn. Berpirsê mirinan ew in. Xaçerêya Abîde di dema AKP’ê de hat çêkirin. Di lehiyê de li wir can çûn. Gelo wê kî hesabê vê bide. Yên ku destûra îmarê dane wê bidin.”   Bêtedbîriyê mirov kuştin    Ayşeyê balkişand ser gotinên wezîrê çandinî û daristanê Vahît Kîrîşçî yên wekî ’15 canê me çûn lê ax gihişt avê’ û got ev gotin şerma mezin e û mirovan diêşîne. Ayşeyê da zanîn ku ev gotin zîhniyeta AKP’ê nîşan didin û got bêtedbîriyê mirov kuştine.  Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Pêvajoya hilbijartinê li pêş me ye. Gel di erdhej û lehiyê de tenê hat hiştin. Gel wê vê ji bîr neke. Wê gel di hilbijartinan de hesab bipirse.”