Şevîn Çoşkun: Em ê li qadên Newrozê hesab bipirsin 2023-03-20 09:06:14     ENQERE - Parlamentera HDP’ê Şevîn Çoşkun got: “Hemû gel di vê Newrozê de ji bo hêrsa xwe nîşan bidin hesab bipirsin ji bo gotina xwe bêjin wê li qadan bin. Em xemgîn in, em di şînê de ne êşa me heye. Lê ligel vê hêrsa me heye û ji bo hesabpirsînê em ê li qadan bin.”   Starta Newrozê di 15’ê Adarê de li Şemzînanê hat dayîn û li gelek bajarên din agir hat pêxistin. Gel ji bo  bi hêviya ku dawiya AKP-MHP’ê tê wê bi hev re li dijî rejîma zextxwir û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan carek din li qadan bin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun der barê Newroza îsal de axivî.    Gel ji bo gotinê bêjin wê li qadan bin   Şevînê da zanîn ku salên borî bi reng û coş Newroz pîroz dikirin îsal wê piştevaniya welatiyên herêma erdhêjê pêk bînin û got: “Me her sal jin zarok ciwan kal û pîr qadên Newrozê bi coş tije dikir. Em bi hezaran li qadan hatin gel hev. Lê îsal ji ber erdhêjê em bi xemgînî Newrozê pêşwazî dikin. Îsal ji ber erdhejê kêf tune ye. Li gelek deveran wê bi daxuyanî û mîtîngan bê pêşwazkirin. Em mîlyonan dipên Newrozan. Gel ji bo hesab bipirse, hêrsa xwe bîne ziman wê li qadan bin. Em bi êş in. Şîna me heye lê em evqas jî bi hêrs in.  Ji bo hesabpirsînê em ê li qadên Newrozê bin.”   Berxwedana beriya hilbijartinê   Şevînê destnîşan kir ku Newroz roja berxwedan a li dijî zilmê ye û wiha vegot: “Newroz roja têkoşîna Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqê zalim e. Vê kevneşopiya têkoşîna li dijî Dehaqan berdewam kir. Di 2023’yan de jî Newroz Newroza berxwedanê ye. 20 sal in Kurd li dijî zilma AKP’ê têdikoşin. Polîtîkaya êrîşê li hember Kurdan tê meşandin. Armanca vê Newrozê ev e ku AKP bê şandin û li şûnê demokrasî û aştî bê avakirn. Ji ber vê ev Newroz girîng e. Di 14’ê Gulanê de jî wê bersiva xwe bide.”   ‘Ev berxwedana Newrozê girîng e’   Şevînê bal kişand ser berxwedana Newrozê û wiha domand: “Beriya hilbijartinê ev Newroz girîng e. Ji bo hesab ji AKP’ê bê pirsîn gelek girîng e. Îhmalkariya AKP’ê bû sedema mezinbûna karasetê. Me bi vê erdhêjê re carek din dît ku dewlet bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan êrîşê pêk tîne. Dema mijar dibe jin û Kurd em hêza dewletê dibînin. Me di erdhêjê de baş dît. Alîkarî û piştevaniya Kurdan hat astengkirin û kon hatin firotin. Em ê hesabê vê bipirsin. Ji ber vê berxwedana Newrozê girîng e.   Şevînê di berdewamiyê de bal kişand ser rihê Newrozê û wiha bi lêv kir: “Newrozên herî bi heybet Newrozên ku peyamên bi hêvî û berxwedan dihatin şandi bûn. Di salên 90’î de tevî hemû zext û qedexeyan gel derdiketin derve û pîrozbahî dikirin. Li Cizîr û Nisêbînê bi sedan kes hatin qetilkirin. Dema em dinêrin Newroza ku rihê herî bi heybet lê bû ya 2023’yan bû. Di navbera 2013-2015’an de pêvajoya muzakereyê hebû.”   ‘Em gotina xwe dubare dikin’   Şevînê qala polîtîkayên tecrîdê kir û wiha dawî lê anî: “Polîtîkaya tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Em ê vê li qadên Newrozê carek din bînin ziman. Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû aliyan bandor kiriye. Tecrîd li ser hemû gelan pêk tê. Em daxwaza xwe ya ji bo muzakereyan li qadên Newrozê bînin ziman. Start di 15’ê Adarê de li Şemzînanê hat dayîn. Fînal jî wê di 21’ê Adarê de li Amedê be. Em ê li dijî desthilatdariya faşîst û rantê li qadan bin.”