Ji salên 90’î ber Newroza dîrokî ya xeta azadiyê ve 2023-03-20 09:04:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji salên 90’î de diyar kiribû Newroz xeta azadiyê ye, di Newroza 2013’an de bi daxuyaniya xwe wate hîn bêtir kûr kir û ev xet îro rojevîbûna xwe diparêze.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  di 1973’an de li Enqereyê di roja Newrozê ya li Bendava Çubuk de tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ kir û ji serê salên 90’î heta 2013’an daxuyaniya daye nîşan dide ku xeta esas a têkoşîna azadiya gelan neguheriye.   Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 1992’yan de diyar kir ku Newroz serhildan e û wiha digot: “Newroz roja gelê ku dimeşe azadiyê ye.  Ev gelê Kurdistanê be ev gelê ku hêviyên wan ji bo azadiyê şîn dibe be, ev gelê ku tevî hemû zilman têkoşiya be wê deme tê teqez bi ser bikeve.  Guman tune ye. Me heta niha çi jiya me sebrek mezin nîşan da. Ev şerê me ji bo ku hûn xwe bi rêxistin bikin û xurt bikin bû. Em îro ji ber vê kêfxweş in. Çima? Ji ber  êdî îro hûn dimeşin. Armanca me ya mezin hatiye cih. Rojeke bi qasî serkeftinê girîng e.”   Girîngiya wê ya ji bo gelên Tirkiyeyê   Abdullah Ocalan diyar dike ku hewcedariya gelên Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye û di vê nokteyê de Newroz xwedî girîngiyek mezin e û wiha dibêje: “Şervanên herî baş ên demokrasiyê em in. Divê gelên Tirkiyeyê vê baş bizane  ger ku îro li ser navê demokrasiyê hinek tişt hebin, ger ku faşîzm şûnde ketibe sedema vê têkoşîna me ye.  Ji ber vê; Rizgariya gelê Tirkiyeyê ji rizgariya me derbas dibe. Şerê em didin şerê gelên Tirkiyeyê ye.  Bawer im gelê Tirk jî vê baş dizane û her diçe dibe dost her diçe dibe mutefîk. Wê Newroza gelên Tirkiyeyê jî bibe Newroz.  Gelê Tirkiyeyê di rojek nû de bi nasnameyek nû divê di rêya siyasî de pirsgirêkên demokratîk çarser bike û divê di şerê li dijî şovenîzmê de be. Wê demê wê serkeftî bin.  Gelên din ên Rojhilata Navîn jî hene. Em heman tiştî ji bo wan jî dibêjin. Bi saya têkoşîna me zextên li ser olên cuda sivik bûne. Em bi saya vê gihiştine demokrasiyek rast.”   Daxuyaniya dîrokî ya Newrozê   Abdullah Ocalan  tespîtên xwe yên di Newroza 92’yan de ji bo gelan anîbû ziman û tevî 23 sal di navberê de derbas bûye, tespîtên wî neguheriye û hîn bêtir pêş ketiye.   Yên azadî û wekhevî kirin rehber…   Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de van tespîtan dike: “Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…Silav ji wekheviya herdu gelan re, ku bi coşeke mezin, bi rihê demokrasîyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin. Silav ji rêwiyên rêya pîroz re,  yên  ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jiyanê. Gelê ku di dolikên Zagroz û yên Torosê de, navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund û bajarvaniyê re dayikî kiriye, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê Kurd re silav…!  Ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, kurdan, bi hevkarî û xwişk û biratiya civakên derdorên,  xwe ava kirine û bi wan re di nav aştiyê de jiyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne.   Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxaleyên derveyîn, ji bo berjewendiyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda  ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, her tim hewl dane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas ava bikin.   Emperyalîzma rojava yî,  di vê dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxaleyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên Rojhilata Navînde hişmendiya netew dewletî bi pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên ereb, faris, tirk û kurdan bikin qirika hev û du. Serdema ferasetên, mijoker, redkar û çewsîner bi dawî bûye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev û du re dibêjin  bes e.    Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin êdî xwişk û biratî dixwazin, çareserî dixwazin. Serhildana min a ku di destpêkê de wekî takekesî li hember, bêçaretiyê, nezaniyê û xulamtiya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pê kir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendiyeke berxwedêr a li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û rihekî nû bû.   Ez îro dibînim ku, ev qîrina min gihîştiye astekê   Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye,  ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekê ye. Şerê me, li hember çewisandinê bûye, li hember nezanî bûye, li hember bê edaletiyê bûye, li hember paşvemayinê bûye, li hember her cureyên zext û zordariyan bûye. Em îro êdî, ji bo Tirkîyeke nû, ji bo Rojhilata Navîneke nû, ji bo paşerojeke nû hişyar dibin.      Bangewaziya min, ji bo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, ji bo dayikên pîroz ên  ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min ji bo dostên ku bi serî û çavên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî guhên wan li dengê min e;     Îro serdemeke nû dest pê dike   Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji sîyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê dest pê dike. Feraseta ku, mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digire bi pêş dikeve. Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev têkoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xistin.   Êdî bila çek bê deng bin. Em hatin wê astê ku hewce ye êdî fikr û raman û siyaset pêş bikeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherike ji gelê kurd, tirk, laz, çerkez, ji tevahiya mirovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hember şahidiya milyonan, ku guhdariya min dikin, dibêjim ku; êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Çek na, siyaset dê pêş bikeve. Êdî em hatine merhaleyeke wiha girîng ku hêmanên me yên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê.   Ez bawer dikim ên ku baweriya xwe bi min anîne û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyeta pêvajoyê berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin. Ev, ne dawînek e, destpêkeke nû ye. Ev ne berdana dev ji têkoşînê ye, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye. Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst ên derveyê mirovahiyê ne ku  tê wateya înkarkirina eslê me.   Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hev re, wekhev û di nav aştiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Ereb û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî  azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî  bibînin.   Rêzdar Gelê Tirkiyeyê;   Bila gelê Tirkiyeyê bizani be ku, heke îro di Anatolyaya qedîm de, di bin navê Tirkiyeyê de dikarin bijîn, viya deyndarên, hiqûqa hevkarî û wekheviya kurd û tirk a hezar salan e ku di bin ala wekheviya îslamiyetê de pêk hatiye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar, red, pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye.   Polîtîkayên kapitalîsta modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahiya hiqûqa dîrokî û xwişk û biratiyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên dijber hiqûqên dîrokî, xwişk û biratiyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne. Ji bo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdu hezên Rojhilata Navîn ên sereke û sitratejîk mil bidin hevdu û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk ava bikin. Dem ne dema îxtîlaf, şer û pevçûnan e, dem dema tifaq, hevkarî û hevûdu helmêzkirin û helalkirinê ye.   Gelê kurd û tirk bi hevkarî şerê azadiyê kirin û li Çanakaleyê di hembêza hevûdu de şehîd ketin. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclîsa Tirkiyeyê ya Mezîn (TBMM) bi hev re vekirin. Rasteqîniya dîroka me ya hevpar, rastiya duhatiya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansaziya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclîsa Tirkiyeyê ya mezin îro jî serdema nû ronî dike.   Bangewaziya min ew e ku ; Çînîyên bindest ên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahiya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatine hiştin, yekane vebijêrka xelasiyê, di avakirina modernîteya demokratîk de cih bigirin, hişmendî û pergala wê fêr bibin.   Lêger û daxwaza Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ew e ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne. Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi xwişk û biratî tê de bijî heye. Ji bo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengiya çandên erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê jêneger e.    Wekî ku, di demek nêzik de di çarçoveya Mîsak-î Mîlî de bi hevkariya tirk û kurdan têkoşîna azadiyê hatibû dayîn, îro jî têkilyeke wekî bermayiya wê, ji wî firehtir, kûrtir û rojane em dijîn.   Li gel tevahiya kêmasî û şaşiyên not (90) salên dawîn, carek din  em tevahiya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewaziya me ew e ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekheviyê, azadî û demokratîkbûnê xwe bi rêxistin bikin.    Bangewaziya min ew e ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê “Konferansa Hevkariya Neteweyî û Aştiyê” de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwedî biryar bin.   Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê em ê xwişk û biratiyê ava bikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê em ê yekîtiya gelan ava bikin.  Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê li berxwe bidin, dê herin terîşê.   Gelên heremê şahidiya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ji şer û pevçûnan, ji qutbûna ji hev û ji perçebûnan gelek westiyane, lewre êdî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevdu bigirin, mil bidin hevdu û ji nû ve rabin ser piyan.   Ev Newroz ji bo me tevahiyan mîzgînî ye   Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgîniyeke nû dikevin jiyanê. Mirovahî hewl dide ku hundahiyên xwe carek din bi dest bixe. Em tevahiya destkeftiyên şaristaniya hemdem ê rojavayê red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigirin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezekê çêdikin û dikin jiyanê. Hîmê tekoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîke, hemleyeke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirin e.   Bijî Newroz, Bijî Wekheviya Gelan…”