Li Tebqayê agirê newrozê hat hildan 2023-03-19 19:07:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Şahiya Newrozê ya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî û çandî bi dawî bû.   Li Tebqayê şahiya Newrozê bi pêxistina agirê wê dest pê kir. Di şahiyê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hatin kirin.   Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind El Elî axivî û newroza gele KurdKurd, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha dirêjî daye: “Em şehîdên xwe bibîr tînin ku ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk û temamkirina rêya Newrozê ya azadiyê û jiyana aştiyane, canê xwe feda kir.”   Her wiha endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Selah Îbrahîm axivî û Cejna Newrozê li Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.Îbrahîm destnîşan kir ku Newroz, destpêkeke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirov ji zulm, koletiyê û pêkanîna azadiyê ye, Newro vejîna rizgariyê û hevgirtina pêkhateyan e ku li ser azadî û tunekirina zulmê û tundiyê bi îsrar in.   Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên kurdî û erebî gerandin ku Koma Tebqa, Cirniye, hunermendên mîna Rûken Reşîd, Yasmîn El Esker, Zîlan Ebdullah, Raman Menan, Mehmûd El Seyah û Serdar Zêdan derketin ser dîkê