Ege bi rengên Newrozê xemilî 2023-03-19 18:36:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Egeyê Newroz hat pîrozkirin û di pîrozbahiyan de balkişandins er tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan û daxwaza azadiyê hat kirin.    Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Manîsa, Mugla Aydin, Denîzlî, Balikesîrê Newroz hat pîrozkirin.   Manîsa   Li Qada Lale ya Manîsayê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi dirûjşm û pankartan meşiyan qada Newrozê. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tev li pîrozbahiyê bûn.    Rêveberê DBP’a Manîsayê Hasan Hayrî Dîkîlîtaş axaftina destpêkê kir û got: “Ji vir hezar silav li birêz Abdullah Ocalan be. Hezar silav li cangoriyên azadiyê û qurbaniyên erdhejê be.”   Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Nacî Sonmez bal kişand ser erdhejên navenda wê Mereş bû û got Newroz îro ji bo qurbaniyên erdhejê tê lidarxistin û Newroz roja berxwedanê ye.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axivî û diyar kir ku ji bo têkbirina îktidarê bi biryar in û got: “Îktidar dixwaze bi tecrîda li Îmraliyê aloziyê çeke. Ji siyaseta kurd û dengê Ocalan ditirsin. Ocalan ji bo gelên cîhanê azadiyê dixwaze. Em dizanin heke birêz Ocalan biaxive wê aştiyek mezin jî pêk were. Em azadiya birêz Ocalan dixwazin.”    Hunermend Mihemedê Serhedî derket ser dikê û pîrozbahî li ber stranên wî bi dawî bû.   Aydin   Li Aydinê jî li taxa Osmanyozgatli ya navçeya Efeler  Newreoz hat Pîrozkirin.  Parlamenerê HDP’ê Kemal Pekoz axivî û diyar kir ku  yên ku 100 sale komarê bi rêve dibin ji bo vî gelî tiştek nekirine û got divê riya diçe Îmraliyê neyê girtin.   Denîzlî   Li Denîzliyê jî li Bazara Esentepe Newroz hat pîrozkirin. Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan, hêzên Ked û Demokrasiyê û bi sedan kes tevli bûn. Welatiyan bê navber ‘hikûmet îstîfa’ berz kirin.    Parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul axivî û balkişand ser zextên li ser gele Kurd û got wê di sindoqan de  bersiv bidin.  Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin.   Balikesîr   Li navçeya Ayvalik a Balikesîrê li salona dawetê ya vekirî ya Yenîmahale agirê Newrozê hat pêxistin.  Welatiyan di dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Newroz pîroz be’ berz kirin.  Hevseroka HDP’a Ayvalikê  Aynur Aksu axivî û diyar  kir ku Newroz cena gelên Rojhilata Navîne.   Mugla   Li Muglayê jî Bazara Yalikavak a Bodrumê Newroz hat pîrozkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî li qadê cihên xwe girtin û bê navber  dirûşma ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî serok Apo’ berz kirin.   Komîta Tertîp a Newreozê welatî silav kirin û diyar kirin ku wê hilweşîna erdhêjê ji nûve ava bikin û ji berpirsan hesap bipirsin. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku ew êşa karasetê dijîn û li dijî vê hêrsa wan veguheriye serhildan û îtîrazê û wê hesab ji berpirsan bipirsin.   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî axivî û da zanîn ku wê tecrîdê bişkînin û hemû girtiyan azad bikin.