Li Enqerê gel hêrs û berxwedana xwe bir qadê 2023-03-19 14:15:13   ENQERE - Îro li Enqerê gelên ku hêrs û berxwedana xwe anîn qada Newrozê ya li Anitparkê, xwemgînî û hers bi hev re jiyan. Gelan berteka xwe ya li hemberî îqtîdara kujer anîn qadê.   Vê salê ji bilî pîrozbahiyên rengîn û bi coş ên Newrozê, ji bo kesên di erdheja 6'ê Sibatê ya li navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, Newroz, Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Keskan de bi dirûşma "Herder Newroz, Herdem azadî" tê pîrozkirin.   'Em ê bi ruhê Newrozê kapîtalîzmê hilweşînin'   Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî Newroz bi hatina gel a Anitparêkê re dest pê kir. Li qadê pankartên “Bi ruhê Newrozê em ê kapîtalîzmê hilweşînin” hatin vekirin û dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî wekheviya gelan” hatin berzkirin.   Bernameya Newroza Enqereyê ya ku Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Öneren, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Necdet Îpekyuz û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Emîralî Turkmen jî tê de amade bûn, piştî axaftina vekirinê û rêzgiritnê, wê bername bi stranên Hunermend Berfîn berdewam bike.