Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe halal nakin 2023-03-19 14:14:16     DERSÎM - Newroza Dêrsimê ya bi meşê re dest pê kir li qada Seyîd Riza bi coşek mezin re berdewam kir.  Gel rûxmê baranê heya dawî li qadê man.   Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li Qada Seyîd Riza bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hate pîrozkirin.  Komeleya Demokratîk ya Elêwiyan (DAD), Partiya Kedê (EMEP), KCD, rêxistina HDP, DBP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Tevî barîna baranê û hewayê sar girseya ji kolana Hunerê ber bi Meydana Seyîd Riza ve hatine li vir Newrozê pîroz kirin. Li qada Newrozê pankartên bi nivîsê “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, "Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz"hene, alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin rakirin. Li qadê dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz Be” hatin berzkirin.   Newroz li ser giyanê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê re dest pê kir.   Li ser navê komîteya amadekar Umut Beycan axivî û bal kişand ser karesata erdhej û lehiyê. Ûmût, anî ziman ku ev ne felaketa sedsalê ye, îhmalkirina sedsalê ye û destnîşan kir ku wan ev Newroz bi xemgînî pêşwazî kir. Umut, anî ziman ku êşa wan kûr û hêrsa wan mezin e û wiha got: “Ji bo jinûve avakirinê bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.   'Em ê qesrên wan xera bikin'   Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû axivî û got, “Duh dema ku zilm li jinan dihat kirin, duh jî berxwedana Mazlûm Doganan hebû. Berxwedana duh a li dijî Dehaqan îro jî didome. Hûn dizanin, di nêzîk de hilbijartin çêdibe û em ê qesr û mîrgehên wan hilweşînin. Gelê Dêrsimê wê qesrên xwe li ser serê xwe xera bikin.”   'Newroz tê wateya roja nû'   Serokê EMEP'ê yê Eyaleta Dêrsimê Ergîn Tekîn, diyar kir ku ji dema çewisandina Dehaqan heta niha her tim Kawayên nûjen ên ku li ber xwe didin hene. Ergîn got, “Gelê Kurd li dijî vê zilmê hebûna xwe didomîne. Newroz tê wateya roja nû, destpêka biharê. Di her zimanê Rojhilata Navîn de tê wateya rojeke nû, lê bi taybetî jî berxwedan û roja nû ya gelê Kurd e. Cejna hebûnê ye li dijî yên ku wî înkar dikin. Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”   ‘Di erdhejê de 2 dîmen derketin pêş’   Çîgdem Kiliçgûn Uçar bi zazakî, kurdî û tirkî Newroz pîroz kir. Çîgdem bi bîr xist ku Newroza îsal diyarî welatiyên di erdhejê de winda bûne. Çîgdem bal kişand ku ji ber erdhejê du wêne derketin holê û wiha got: “Yek hukûmeta ku piştî karesata erdhejê şîna neteweyî û rewşa awarte li ser maseyê îlan kir û dema daket qadan daxwaza helaliyê kir. Ya duyemîn jî gel e. Yên ku di destên wan de mekanîzmayek tine be jî, li herêmên erdhejê gelê xwe rizgar dikin, bi hevre disekinin, em ê piştgiriyê bidin hikûmeta ku nikare biparêze yan jî civaka ku hewl dide jiyanê ji nû ve ava bike? Dîsa em dibînin ku li hemberî karesata erdhejê dewlet li cihên ku dê dîsa jiyana xwe ji dest bidin xaniyan çêdike. Dîsa di karesata lehiyê de wezîr mizgîniyê dide ku jiyana xwe ji dest dane, lê av ketiye erdê xwe. Çawa ku axê av dît, gel jî wê bi HDP’ê re aştî û demokrasiyê pêk bînin.”   ‘Em soz didin’   Çîgdem anî ziman ku li hemberî mûxalefetê tişta ku ji aliyê hikûmetê ve maye tenê tundî ye û ev tişt anî ziman:“Tundiya li dijî kesên ku bi kûrbûna krîza aborî re têdikoşin, li dijî gelên ku tevî hemû zextan xweza, ax û erdnîgariya xwe diparêzin û li hiqûqê digerin. Li hemberî van hemûyan divê hikûmet biçe û biguhere. Li dijî tifaqên hatine avakirin em behsa rêya sêyemîn dikin, tifaq. Aborî, ekolojî, em ji jinan re dibêjin ku demokratîkbûna ku li benda mekanîzmaya dewletê nemîne, pêkan e. Em weke tifaqa ked û azadiyê soza paradîgmaya aborî, ekolojîk û azadiya jinê didin Tirkiyeyê. Li aliyê din polîtîkaya şer û tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê tê meşandin ne şerê gelan e. Me dît ku ew çawa her roj di şeran de diteqe û veberhênan dike. Di danûstandinên butçeyê yên li Meclîsê de me nekarîbû budçeyek ji raya giştî re were veqetandin an jî were çêkirin. Me nedikarî baca erdhejê bi ku ve diçûn. Divê guhertina vê hikûmetê li gorî daxwazên gelên hikûmeta nû be. Hêza çareseriyê li ser masê ye. Herî dawî di deklerasyona aştiyê ya birêz Ocalan a sala 2013’an de me dît ku pirsgirêka Kurd bi taybetî gelê Kurd bi rêya demokratîkbûnê çareser dibe. Qonaxeke din bi beyana aştiyê derket. Hêza çareseriyê li ser maseyê ye; Ez dibêjim divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê bilind bikin û careke din Newroza me hemûyan pîroz be.”   Di dawiya axaftinan de agirê Newrozê hate pêxistin û hunermendên herêmî û hunermend Qadîr Çat stran berz kirin.