Li Tebqayê bi cilên kurdî agirê Newrozê hat pêxistin 2023-03-19 13:50:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Tebqayê bi cilên folklorî yên erebî û kurdî û bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” agirê Newrozê pê xistin.   Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîran berê xwe dan qada “bajarê sporê” ku Newroz lê tê pîrozkirin. Gel bi cil û bergên kurdî û erebî tev li pîrozbahiyê bûne.   Di destpêka pîrozbahiyê de, herdu endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Henan û Kewser Nehar ve, hevserokên Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hude El Ewan û Hamid Ferec, endamê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Reûf û endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Neîme El Eswed agirê Newrozê pê xistin.   Dê di pîrozbahiyê de axaftin bên kirin û çalakiyên hunerî û çandî bên pêşkêşkirin.