Li Gebzê coşa Newrozê 2023-03-19 12:25:27   KOCAELÎ - Li navçeya Gebze gel bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “ Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" li qada pîrozbahiyê kom bûn. Gel îsal dê hersa xwe ya li hemberî îktîdarê li qadên Newrozê bîne ziman.    Newroza ku bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “ Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" tê pîrozkirin li navçeya Gebzê ya Kocaeliyê bi pêşengiya HDK û HDP'ê tê pîroz kirin.    Newroza ku îsal tê pîrozkirin diyarî mexdûrên erdhejê tê kirin. Gel îsal li qadên pîrozbahiyê hersa xwe ya li hemberî îktîdarê tînin ziman. Her wiha zarok û jin bi cilên xwe yên rengîn qada Newrozê xemilandin.    Axaftina vekirinê ji hêla Hevserokên HDP'ê yên Kocaelî hat kirin. Parlamentera HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Dêrsim Dag, Hevserokê Giştî ya EHP'ê Hakan Ozturk û Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu dê biaxifin û her wiha dê hunerment Şahîn Faqîn jî derkeve ser dikê.