Li Serhedê dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' bilind dibe 2023-03-19 12:03:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serhedê gel hêj serê sibê ligel hewaya xirab berê xwe dan qadên pîrozbahiyê. Li qadên Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin, jiyan, azadî” bilind dibin.   Li herêma Serhedê Newroza 2023’yan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê pîrozkirin. Serê sibê gel ligel şert û mercên xirab a hewayê berê xwe dan qadên pîrozbahiyê.    Gever    Li Gevera Colemêrgê gel ber bi qada pîrozbahiyê ve diherikin. Ji gund û navendê gelek kes bi cilên xwe yên rengîn berê xwe dan Stadyoma Yenişehirê. Di ketina qadê gel dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz dike. Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Saît Dede dê pîrozbahiya îro de biaxifin. Her wiha Hiwron dê derkeve ser dikê.    Tetwan   Li Tetwana Bedlîsê pîrozbahiya Newrozê li qada Fuarê pêk tê. Serê sibê gel bi cilên xwe yên rengîn ber bi qadê ve meşiyan. Li qadê dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Parlamenterên HDP Şevîn Coşkun û Celaded Gaydalı tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha dê hunermendên herêmî derkevin ser dikê.    Mûş   Li Mûşê jî coşa Newrozê mezin dibe. Ciwan sibê bi dirûşma “Bijî Kurdistan”, “Bijî Newroz” û “Bijî serok Apo” ber bi qada pîrobahiyê ve meşiyan. Jinan jî bi cilên xwe yên kurdewarî li qadê cih xwe girt. Parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha hunermend Baran Bozyel û dengbêj dê derkevin ser dikê.