Jinên ji gelên cuda: Newroz roja bindestan e 2023-03-19 09:05:23   Rozerîn Gultekin    STENBOL - Jinên ji gelên cuda diyar kirin ku têkoşîna gelan a li dijî desthilatdariyan mezin dibe û bal kişandin ser gîngiya Newrozê ku bûye sembol. Jinan diyar kirin ku li dijî zilmê bi rihê Newrozê têdikoşin û wê di 2023’yan de jî li dora agirê berxwedanê bin.   Newroz bi salane li qada bi coş û kelecanek mezin wek roja têkoşîn û berxwedanê tê pîrozkirin. Îsal ligel êşên gel li qadên Newrozê wê agirê berxwedan û azadiyê bê gurkirin.   ‘Newroz roja bindestan e’   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wek roja bilindkirina têkoşîna azadî û berxwedanê ye û wiha got: “Di salên dawî de gel di nav şer de têkoşîna hevpar dimeşîne. Hêviya me ev e Newroz ji bo dema nû bibe mizgînî. Newroz roja gelê bindest ên têdikoşe ye. Gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî dîktatoran li berxwe didin û ji ber vê xwedî li Newrozê dertên.”   Gelan tîne gel hev   Esengulê da zanîn Newroz gelan tîne ba hev û wiha diomand:  “Berê gelan li gorî xweserbûna xwe Newroz pîroz dikirin û bi salan e gel bi hev re li qadên Newrozê ne. Newroz gelan tîne gel hev û gel ji bo destkeftiyên xwe yên hevpar têdikoşin. Newroz bi mîlyonan kesî re tê pîrozkirin. Ji ber vê rojek dîrokî ye. Ez banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî dikim.”   Suryanî têkoşîna xwe bi rihê Newrozê mezin dike   Cîgira Seroka Komeleya Jinan a Suryanî Barbara Akay jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Mezopotamya ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye ji gelê Sûryanî re jî kiriye. 5 hezar sal in li ser vê axê li dijî serdestan têkoşîn tê dayîn. Piştî her tarîtiyê ronahiyek heye. Piştî her zilmê berxwedaneke bi Newrozê heye. Suryanî bi gelek zext zilm û komkujiyan re hatin rû hev. Hatin asîmîlekirin. Suryanî her sal di 1’ê Nîsanê de cejna Akîtu ku mizginiya biharê, bereket û berxwedanê temsil dike pîroz dikin. Akîtu û Newroz dişibin hev. Suryanî her sal ji 21’ê Adarê heta 1’ê Nîsanê pîrozbahiyan dikin. Bi hêviya ku Newroz û Akîtu ji gelan re aştî û azadiyê bîne.”   Ermenî wê di Newrozê de ji bo êşên xwe findan pêxin   Anî Kal a Ermenî jî destnîşan kir ku  Kurd, Ermenî, Elewî, Musliman û gelek bawerî û nasnameyên tên gel hev û cejna Newrozê pîroz dikin û wiha got: “Ermenî ji bo Newrozê dibêjin Şubatgeş. Di 15’ê Sibatê de xwarin tên çêkirin û agir tên pêxistin. Li Kurdistanê Ermeniyan Newroz wisa pîroz dikirin. Piştî koçber bûne kevneşopî nedomandine. Newroza îsal ji bo me xemgîn derbas dibe. Em ê di Newrozê de findan pêxin û her findek wê ji bo hevkariya êşa gelê herêma erdhêjê bê pêxistin.  Em ê ji bo gel dua bikin.”   Elewî wê li dora agirê Newrozê bin   Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî bal kişand ser  rîtuelên baweriya Elewiyan û daxuyand ku hemû rîtuel li ser şoreşa xweza û gerdunê ava bûne û wiha dawî lê anî: “Demsala zivistanê di 21’ê Kanûnê de bi Gavan dest pê dike û piştî vê Hizir tê îdrakirin û piştî wê jî Heftamel tên herî dawî jî bi Newrozê re xweza zindî dibe. Ya duyem em Newrozê wek azadiya civakan dinirxînin. Newroz agirê azadiyê ye. Em ê Elewî îsal jî li dora agirê Newrozê bin.”