ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-19 09:00:00     *Jinên ji gelên cuda diyar kirin ku têkoşîna gelan a li dijî desthilatdariyan mezin dibe û bal kişandin ser gîngiya Newrozê ku bûye sembol. Jinan diyar kirin ku li dijî zilmê bi rihê Newrozê têdikoşin û wê di 2023’yan de jî li dora agirê berxwedanê bin. DÎMEN HEYE   * Rojnameger Hatîce Kamer ku di 2002’yan de wek rojnameger dest bi şopandina Newrozan kir, ji bo Newrozên ku şahidiya wan kir wiha got: “Bîranîna her Newrozekê cuda bû. Lê hesta ku da jiyîn jî heman bû.” BI DÎMEN    *Li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê ya Çêwlîgê bi dirûşma “Her Der Newroz Her Dem Azadî” wê Newroz bê pêşwazîkirin. (10.00)