Ji bo Newroza Nisêbîn û Qoserê bang hat kirin 2023-03-18 15:18:00     MÊRDÎN - Li Nisêbîna rengîn wê di 21’ê Adarê de pîrozbahiya Newrozê bê kirin û amadekariyên ji bo pîrozbahiyê didomin. Li Qoserê jî belavokên beşdariya pîrozbahiyê dan xelkê.    Yek ji navendên ku bi girîngî û wateyek zêde Newroz lê tê pîrozkirin navçeya Nisêbînê ango Nisêbîna rengîn a Mêrdînê ye. Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiyê serî li qeymeqamiya navçeyê da û destûra Newrozê hat dayîn. Newroz dê li Qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn a li taxa 8’ê Adarê roja 21’ê Adarê were pîrozkirin.    Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Mehmet Ruştu Tiryakî wek axivêr dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Hunermend Mervan Tan jî dê li ser dikê be û bistrê.    Hevserokê HDP’a Nisêbînê Mehmet Şîrîn Bariş li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî da û banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê li xelkê navçeyê kir.    Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci jî wiha axivî: “Em ê di 21’ê Adarê de meşaleyên me ji Ronahî, Rehşan û Zekiyeyan dewr girtiye, li Nisêbînê pêxin. Em gazî gelê xwe dikin ku beşdarî Newroza azadiyê bibin.”     Endamên Komîteya Amadekar, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê li navçeyê tax bi tax û sikak bi sikak digerin, belavokên beşdariya Newrozê belav dikin û xelkê vedixwînin pîrozbahiyê.     Li aliyê din sibehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Qada Otogarê pîrozbahiya Newrozê tê kirin. Endamên Komîteya Amadekar û rêveberên HDP, DBP’ê li taxên navçeyê belavokên beşdariya Newrozê belav kirin û xelkê vexwendin Newrozê.