Wê sibehê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin 2023-03-18 14:13:34     ANTALYA - Li Antalyayê amadekariyên Newroza sibehê wê bê lidarxistin temam bûn. Hevserokê HDP’a Antalyayê Ahmet Kaya banga beşdariya Newrozê kir.    Li Antalyayê sibehê wê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li qada li ber Eywana Sporê ya Turgût Ozal a navçeya Kepezê saet di 11.00’an de bê pîrozkirin. Li Antalyayê amadekariyên Newrozê temam bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul û endama MYK’a HDP’ê Sultan Ozcan dê wek axivêr tev li pîrozbahiyê bibin. Hunermend Hîvda Gokel jî li ser dikê be û stranên xwe bêje.    Hevserokê HDP’a Antalyayê Ahmet Kaya diyar kir ku ji ber erdheja li 11 bajaran formata pîrozbahiya Newrozê guheriye. Ahmet anî ziman ku ew ê xemsariya dewletê ya li herêmên erdhejê di Newrozê de bînin ziman û wê helwesta dewlet û îktidarê bê şermezarkirin. Ahmet got ew ê di Newrozê de daxwaza berfirehkirina piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin.    Banga beşdariya Newrozê    Ahmet banga beşdariya Newrozê li xelkê Antalyayê kir û got: “Newroz ji bo nûroj e. Ji bo me roja têkoşîn û demokrasiyê ye. Ji bo me meşa berxwedanê ye. Em ê van peyaman bidin. Em li benda gelê Antalyayê ne ku sibê tev li pîrozbahiya me ya li Kepezê bibin. Em ê helwesta îktidarê şermezar bikin. Em ê bi ruhê berxwedan û serhildanê bêjin her der Newroz her dem azadî.”