Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome 2023-03-18 10:50:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome. Duh gel daket qadan û li dijî destilata Îranê çalakî li dar xistin. Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê jî gel agir pêxist û banga domandina serhildanê kir.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Duh careke din piştî nimêja înê li bajarê Zahîdan gel daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hate gotin ku ew ê serhildanê bidomînin û gelek jin jî tev li çalakiyan bûn.   Duh melayê mizgefta Meek ya Zahîdan di nimêja înê de ragihand ku “yek netew û yek ol nikare welat bi rê ve bibe” û rêveberiyên bi vî awayî hemû têk çûne.   Her wiha duh li Seqiz û Dêwlanê komeke çiyageran berê xwe da çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Çiyageran diyar kir ku heya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ser bikeve, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakvanan agirê Newrozê pêxist û li ber govend gerand.