ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-18 09:00:00     *Newroza Cizîr û Şirnexê ya di sala 1992’an de hê jî di bîra gele Kurd de cihê xwe digire. Şahîdên Newroza Cizîrê behsa wan rojan kirin û destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew ê Newroza xwe pîroz bikin û xwedî li mîrateya şehîdên Newrozê derkevin. DÎMEN HEYE   * AFAD’ê rojek piştî lehiya ku kon û malên welatiyan wêran kir şûnde peyama wê lehî rabe tedbîrên xwe bigirin şand.  Erdhejzedeyan diyar kirin ku desthilatdariyê carek din ew terkî mirinê kirine û gotin: “Ev dewlet li ku ye? Pereyên 34 roj berê hatin komkirin li ku ne? Divê demildest her kes derbasî konteyniran bibin.” DÎMEN HEYE   *Endama Komîta Tertîp a Newroza Stenbolê endama Meclîsa HDP'ê Aylîn Hacaloglu der barê Newroza ku wê li Qada Yenîkapi pêk bê de axivî û diyar kir ku wê Newroz bibe wêneyê îradê û banga tevlibûnê kir. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê H.Ş ya Sûriyeyî ku 8 mehî ducaniye li Meletiyê piştî xaniyê wan hilweşiya şûnde koçî Menemen a Îzmîrê kirin û ev demek dirêje kontrolên xwe nekiriye. H. ku travma şer û erdhêjê jiya wê di şertên zehmet yên jiyanê de zaroka xwe bîne dinê. BI DÎMEN    *Hevberdevka Lijneya Koordînastona Navendî Sorgul Aytek Avşar, anî ziman ku welatiyên mexdûrên erdhêjê ku di konbajaran de dimînin cara duyem hatine mexdûrkirin û got dewlet pêywira xwe bi cih nayîne. Sorgul, destnîşan kir ku konbajar ji aliye kesên ku ji teknîk û zanistinê dûr in ve hatiye amadekirin û got: “Pratîka îktîdarê ya 22 salan cara duyem kesên erdhêjê mexdûr kir.” BI DÎMEN    *Siyasetmedarên jin diyar kirin ku wê sibe agirê Newrozê li Stada Yenîşehîrê ya Geverê bê pêxistin û gotin: "Em ê li qadan peyama hilbijartinê bidin û hesabê bipirsin."