Agirê Newrozê li Xaçortê bilind bû 2023-03-17 20:02:36   WAN- Meclisa Xwendekarên Demokratîk ku li Taxa Yaliyê li hev kom bû, agirê Newrozê vêxist.    Îsal dê li Wanê Newroz di 19'ê Adarê de li quntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Li bajêr agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin. Endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk û Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li Taxa Yaliyê ya navçeya Rêya Armûşê li hev kom bûn, li bajêr agirê ewil ê Newrozê vêxistin.    Ciwanan di ser agir re bazdan û govend gerandin.