Pervîn Buldan çû serdana Emîne Şenyaşar 2023-03-17 17:59:16   RIHA – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û heyeta ligel wê çûn serdana Emîne Şenyaşar ya di Nobeda Edaletê de ye.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pê re ku ji Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayse Surucu, Omer Ocalan, Nusretîn Maçîn û Nîmettullah Erdogmus û Rêxistina HDP’ê ya Rihayê pêk dihat, çûn serdana welatiyên li Rihayê ji lehiyê bandor bûne. Pervîn Buldan û heyeta ligel wê, serdana welatiyên ku li taxa Suleymaniye ya navçeya Eyubiye, AVM a Pîzaya û Çemê Karakoyên ji lehiyê bandor bibûn kirin. Pervînê li ber AVM a Piyazayê daxuyanî da û paşê jî hevdîtin bi welatiyan re kir.    ‘Daxwaza me hemûyan edelete’    Pervîn Buldan û heyet çûn serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 725 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Pervîn axivî û bi lêv kir ku ew her tim piştgiriya malbata Şenyaşarêdikin û got: “Têkoşîna edaletê ya ku malbata Şenyaşar daye destpêkirin bûye qîrîna bi mîlyonan. Dayika me êşek mezin kişand û ev yek encax  sûcdar bên darizandin û cezayê pêwîst bê birîn dikare bê telafîkirin. Bi hezaran cînayetên kiryar nediyar pêk hatin. Em hemû doza edaletê dikin. Em dizanin ku ev hikûmet nikare vê edaletê pêk bîne. Lê belê li pêşiya me pêvajoya hilbijartinê heye û em careke din di wê baweriyê de ne ku hikûmeteke nû û têgihiştineke nû ya rêveberiyê van hemûyan çareser bike. Ez careke din diyar dikim ku di vê qîrîna ji bo edaletê de em bi dayika Emîne re ne.”    Emîne Şenyaşar diyar kir ku kurê wê 5 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku ew edaletê dixwazin.