Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn 2023-03-17 15:46:23   DÎLOK / MEREŞ - Şandeyên HDP’ê bi boneya çilroja erdhejê çûn Islehiye û Elbistanê û diyar kirin ku dê birînan bi hev re derman bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çilroja erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de çû navçeya Islehiye ya Dîlokê û navçeya Elbistan a Mereşê û serdana kon û goristanan kir.    Dîlok    Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya û Avnî Bînîcî tevli merasîma bîranînê ya li Islehiyeyê bûn. Şandeya HDP’ê ji ewil çû serdana goristanan û li vir bi malbatên qurbaniyan re hate ba hev. Piştre jî çû serdana konan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir.Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç li vir axivî û wiha got: “Me xwest di çilrojê de êşa we parve bikin. Em baş dizanin ku êş çiqas bê parvekirin ewqas siviktir dibe. Xwedê rehma xwe li miriyan bike û serê malbatan û gelê me jî sax be.”    Mereş   Li navenda erdhejê Elbistanê jî loqme hate belavkirin û qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen tev li merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de ji ewil duaya loqmeyê hate kirin û çira hat vêxistin.     Feleknas Uca di merasîmê de axivî û wiha got: “Vaye çil roj derbas bûn lê dîsa jî bo birînan derman tune ye. Ne çil roj lê 400 roj jî derbas bibin em ê vê birînê ji bîr nekin. Êş û armanca me tevan yek e. Em ê van birînan bi hev re derman bikin. Tu bendewariya me ji tu kesî nîne. Ji Heyva Sor a ku kon û xwînê difiroşe tu hêviya me nîne.”    Piştre jî Zeynel Ozen ê HDP’î axivî û ev tişt anî ziman: “Di bin navê veguherîna bajar de veguherîna rantê kirin. Li cihê qadên kombûnê AVM çêkirin. Kujerê qurbaniyên erdhejê, ev zîhniyete ye. Tekane rêya xelasiya ji vê karesatê, piştevanî û alîkarî ye.”    Piştî axaftinan, çira hatin vemirandin û loqme hate belavkirin.