Li Kerkûkê Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin 2023-03-17 15:08:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiya Newrozê ya li Kerkûkê bi coşek mezin dest pê kir, bi sedan kes li qada Newrozê amade ne û Newrozê pîroz dikin.   Li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine, bi vê boneyê li herêma Şîwesur ya Kerkûkê jî bi coşek mezin di van kêliyan de pîrozbahiya Newrozê dest pê kiriye.   Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Azadî û RJAK’ê hatin bilindkirin.   Beriya ku pîrozbahî destpê bike, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hat girtin û piştre agirê Newrozê ji aliyê malbata şehîdan ve hate pêxistin û dirûşmeyên ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn.   Piştre peyama Tevgera Azadî, ji aliyê Hevserokê Encûmena Herêma Kerkûk ya Tevgera Azadî ve hate xwendin û piştre peyamên partiyên siyasî bên xwendin.   Koma Muzîkê ya Mezopotamya, hunermend Jîna Seqiz û Loqman Selîm wê bi berhemên xwe tevlî pîrobahiyê bibin. Di van kêliyan de pîrozbahî dewam dike.