Nûçegîhana me Gulistan Dursun hat binçavkirin 2023-03-17 13:28:44   RIHA - Nûçegîhana me Gulistan Dursun a ku çû şopandina nûçeya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyşara ji ber sedemeke ne diyar hat binçavkirin.    Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 725’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. 2 rojnamegerên ku çalakiya Nobeda Edaletê şopandin hatin binçavkirin.    Nûçegîhana me Gulistan Dursun û rojnamegerek din ku nav nehat zanîn hatin binçavkirin. Tevî ku qerta wan a çapemeniyê hebû jî bi iddiaya "qertên wan sixte ne" hatin binçavkirin.