Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome 2023-03-17 11:58:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî desthilata Îranê re 6 meh derbas bûn, tevî zext, kuştin, darvekirinan jî serhildana gelên Rojhilat û Îranê bê navber dewam dike.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kir, bê naver dewam dike.   Weke kevneşopiyek her roja pênçşemê xelk diçin ser goristanan û ji bo xizmên xwe duayan dixwînin. Lê li Rojhilat û Îranê ev kevneşopî jî vegeriyaye serhildanan. Kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji det dane, bi girseyî li ser gorên xwe tên bibîranîn û piştî wê jî xwepêşandan tên lidarxistin.   Li bajarê Seqîz bi dehan kes çûn ser gora Jîna Emînî û bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Li bajarê Sine jî tevî hêzek zêde ya leşkerî, bi sedan kes çûn ser goristanan û bi merasîmên cûda kesên hatine kuştin bi bîr anîn.   Bi heman awayî li bajarê Kamyaran, Dîwandere, Bokan, Mihabad, Kirmaşan û çend bajarên din merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.   Li ser asta Îranê jî, li bajarên Tahran, Kerec, Terwêz, Esfehan û çend barajên din xelk daketin qadan û dijî desthilatê dirûşme qêriyan.   Dijî cezayên darvekirinê, li bajarê Urmiyeyê komek xizmên girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, çalakiyek li ber derê girtîgeha bajar derxistin.   Duh Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di 15 rojên destpêkê yên meha Sibatê de 29 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Her wiha ji destpêka salê ve bi giştî hejmara kesên hatine darvekirin gihiştiye 138 kesan.   Desthilata Îranê ji bo dawî li serhildanê bîne, destpêkê girtin, êşkencekirin, darvekirin serî li hemû rêyan dide. Lê tevî hemû zextan jî xelk daxwaza azadiyê dikin.