ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-17 09:00:00   * Parêzera Pakistanê Leyla Kaya, diyar kir ku dê di 20'ê adarê de, derbarê kujer de biryar bê dayîn û got: "Li dijî parastina kujer divê sazî û rêxistinên jinan û Baro xwedî li doza Pakistanê derkevin û tevlî danişînê bibin."    * Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, ji bo tevlîbûna Newroza ku îsal dê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin bang kir û got: "Ji bo hesabpirsînê, li dijî tecrîdê û ji bo avakirina jiyaneke nû dê li qadan bicivin." BI DÎMEN    *Bîşeng Anik a  li Şirnexê di 92’an de hat qetikirin bû sembola Newrozê û piştre riya hezaran kesî vekir.  Bazinê kesk sor û zer yê di îşkencexanê di zenda wê de bû, peyama berxwedanê hîna jî dide.   *"Tişta me dibe vê lêgerînê çi bû gelo jiyan bi xwe nîne. Em vê herî zêde ji Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê dizanin. Zanîn ji bo me dema çalak be wateyê qezenc dike. Em felsefa azadiyê ku ji demê re xizmetê dike digirin dest. Ji ber vê zanîn ji bo me ne hêmaye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Nûdem Durak a ku ji ber stranên kurdî dibêje hat girtin tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. Ji ber şerdên girtîgehê yên giran nexweşiyên mîna helandina hestiyan û guatira bi jehrî di Nûdemê de derketine. Tevî ku gelek raporên nexweşxaneyê yên Nûdemê hene jî nayê berdan.  BI DÎMEN    * Jinan diyar kirin ku Newroz ji ber erdhêjên pêk hatine xemgîn derbas bibe jî wê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bilind bikin û bi 8’ê Adarê li qadên Newrozê bin.  BI DÎMEN    *Şêniya taxa Kayabaş Hanîfe Durmaz diyar kir ku piştî redhêjê ji ber zinarên ketibûn rêyan alîkarî dereng hatine û wiha got: “Nêzî 10 sewalên min telef bûn. Lê naxwazim gundê xwe terk bikim. Em di kon de dimînin. Dema bahoz û baran tê em zehmetiyan dikşînin. Em dixwazin ji me re çareseriyek bê dîtin.” DÎMEN HEYE