Ji bo Helebceyê daxuyanî hatin dayin 2023-03-16 15:44:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta komkujiya Helebceyê daxuyanî hatin lidarxistin. Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û hat gotin kes nikare têkoşîna azadiyê biqedîne.    Rêxistina HDP’a Êlihê il ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Helepçe nayê jibîrkirin” hate vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Platforma Ked û Demokrasiyê, rêxistinên bajêr ên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Kesk a Çep û gelek welatî beşdar bûn.    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr a metna çapemeniyê xwend wiha got: “Em Komkujiya Helepçeyê û qêrîna zarokan a ‘Dayê bêhna sêvan tê’ ji bîr nakin. Em kesên ku ji bo li ser kurdan bi ceribîne çekên kîmyewî dan Rejîma Saddam û kesên Komkujiya Helepçeyê ji nedîtî ve hatin jî ji bîr nakin.”   Bi heman awayî êriş dikin   Sedef, anî ziman ku komkujiyê nekarî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd biqedîne û wiha got: “Kesên ji vê dîrokê ders negirtine bi heman awayî îro li Efrînê û Serêkaniyê êrişî gel dikin. Hişmendiya duh li Helepçeyê li dijî tekoşîna rewa çekên kîmyewî û biyolojîk bi kar anîn îro li Roboskê, Enqereyê, Pirsûsê, Kobanê û Kurdistanê komkujiyan pêk tînin.    Sedef, diyar kir ku îro salvegera komkujiya Beyazit a di 16’ê Adara 1978’an de ye û di encama êrişa bombeyî ya li Zanîngeha Stenbolê de 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku failên komkujiyê di bîra gelan de wek lekeyeke reş mane.     Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a komkujî şermezar kir, bal kişand ku ji Komkujiya Enfalê heta niha kurd hêj di bin gefan de ne.    ÎHD’ê ragihand ku biryar daye 16’ê adarê ya weke Komkujiya Helepçeyê tê zanîn li Tirkiyeyê weke “Roja Qirkirina Kurdan” bê naskirin û xwest ku Komara Tirkiyeyê vê qirkirinê nas bike.     Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir ku sûcên di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin qirkirinin û wiha got: “Me qirkirina bi operasyona Enfalê pêk hatî 35 sal in ji bîr nekir û ji bîr nakin. Em kesê di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Stenbol    Şaxa ÎHD’a StenboLê jî têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a ku komkujî şermezar kir, destnîşan kir ku tevî di peymanên navnetewî de polîtîkayên qirkirinê hatine qedexekirin jî îro hêj li dijî gelê kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn.    Divê Tirkiye qirkirinê nas bike    ÎHD’ê bal kişand ku polîtîkayên şer ji bilî gelê kurd ji bo hemû mirovahiyê xetereyeke û bang kir ku di serî de Komkujiya Helebceyê ji bo hemû sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin mekanizmaya daraza navnetewî bikeve meriyetê. ÎHD’ê da zanîn ku ji bilî Iraqê gelek dewletên cîhanê ev komkujî weke qirqirin nas kiriye û bang li dewleta tirk kir ku vê qirkirinê nas bike û hemû mirov li dijî komkujiyan têbikoşin.