Li Stenbolê amadekariyên ji bo Newrozê didomin 2023-03-16 14:09:38     STENBOL - Li Stenbolê, amadekariyên ji bo Newroza ku dê di 19’ê adarê de bên lidarxistin didomin. Di çarçoveya amadekariyan de li gelek nokteyên bajêr afîş û pankart hatin daliqandin.   Amadekariyên ji bo Newroza ku wê îsal bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê lidarxistin didomin. Li Stenbolê jî wê agirê Newrozê di 19’ê adarê roja yekşemê saet 11.00’an de li Qada Yenîkapiyê bê vêxistin. Di çarçoveya amadekariyan de li gelek nokteyên bajêr afîş û pankart hatin daliqandin. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatan de mal bi mal tax bi tax digerin û serdana dikandaran dikin û belavokên vexwandina Newrozê belav kirin.