Li Şirnexê komkujiya Helebceyê hate şermezar kirin 2023-03-16 13:11:06     ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê  ya Bajarê Şirnexê biboneya salvegera Komkujiya Helebceyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Şirnexê bi boneya salvegera komkujîya Helebceyê li ber avahîya xwe bi daxuyaniyekê şermezar kir. Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Partiya Keskan a Çep( YSP), tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û endam û rêveberên rêxistinên navçeyên HDP û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Parkarta “Em Komkujiya Helebceyê tu carî ji bîr nakin” hate vekirin.   ‘Berpirsyarên komkujiyê divê hesab bidin’   Metna daxuyaniyê ji hêla hevserokê HDP’ê yÊ Bajarê Şirnexê Abdullah Gungen ve hate xwendin. Abdullah, diyar kir ku ên ku vê komkujiyê pêk anîn û bûn sedemê vê roja reş li hember têkoşîna gel a bi biryar têk çûn. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Seddam Huseyîn û hinek rêvebirên rejîma Baasê wek berpirsên Helebce û Enfalan hesabê kiryarên xwe dan. Mixabin rûdana rejîma Baasê, hesabdayîna revebirên dest bi xwîn yên vê rejîmê, êşa gelê me nesekinandiye. Em dizanin ku bersûcên vê ne tenê Seddam Huseyîn e. Di serî de dewletên herêmî, Yekitiya Ewropayê, Rusya, Emerîka û hemû sazî û hêzên navneteweyî berpirsyarên vê komkujiyê ne.”   ‘Divê em berjewendiyên neteweyî derxînin pêş’   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku divê her partî, sazî û dezgehên kurd di vî warî de berpiryariyên xwe bi cih bînin û barê yekitiyê bidin ser milê xwe û ev tişt hat gotin: “Mebesta me ya sereke divê berjewendiyên netewî bin. Ji aliyê birdoziyê ve helbet di nav me kurdan de cudahî hene lê divê ev cudahî bibin pir rengiya Kurdistanê û li hember yekitiyê nebe asteng. Di vê serdemê de li ber çavên me şerekî hegomonîk diqewime. Weke her gav mexdûrê vî şerî jî dîsa gel in. Mirin, koçberî, zilm û zordariya li ser gelan a di vî şerî de carekê din qetlîamên ku li hemberê Kurdîstanê pêk hatine tîne bîra me. Em dîsa dibêjin çawa me Dêrsîm, Geliyê Zîlan, Amûdê, Enfal,  Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi destê desthîlatdarên faşist hatî serê gele me ji bîr nekirin, em ê Helebceyê jî ji bîr nekin.”   Piştî daxuyaniyê li hundirê avahiya rêxistinê, sînevîzyona ku behsa komkujiya Helebceyê dike hate pêşandan.